Beşek ji cebilxaneya çeteyên DAIŞ'ê hat bidestxistin
Di çarçoveya pêngava 'Xezeba Firatê' de, ku şervanên QSD, YPG/YPJ'ê ji bo rizgarkirina Reqayê di 5'ê Mijdarê de dan destpêkirin, beşek ji cebilxaneya çeteyên DAIŞ'ê bi dest ket.
Di çarçoveya pêngava 'Xezeba Firatê' de, ku şervanên QSD, YPG/YPJ'ê ji bo rizgarkirina Reqayê di 5'ê Mijdarê de dan destpêkirin, beşek ji cebilxaneya çeteyên DAIŞ'ê bi dest ket.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê yên ji bajarokê Eyn Îsa bi rê ketin, gundên Etiye, Celîl, Qedriye, Ebdulhadî yên li başûrrojhilatê Eyn Îsa ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Şervanên ji bajarokê Silûkê bi rê ketin, gund El Heyawî ku li başûrê gundê Qenterî ye, ji çeteyan rizgar kirin.
Di operasyonan de gelek çete hatin kuştin û cebilxaneyên wan ketin destê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezebat Firatê.
Çek û cebilxaneyên bin dest ketin: Brûnoyek, doçkayek 12,57, 2 şerît, bi nîv kîsî fîşek û qutiya doçka, 4 bombeyên bi destan hatine çêkirin û bombeyeke destan a elman, 3 çekên kalaşnîkov û 7 şarjorên wê, çekek BKC, serê roketek B7 û çenteyê wê, kîsek tijî mayinên bi destan hatine çêkirin.