Şervanên Odeya Xezeba Firatê: Em ber bi azadiyê ve dimeşin

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Mohammed El Yasser û Ebû Hesen gotin, heta ku Reqa bi temamî ji çeteyan bê paqijkirin ew ê têbikoşin.

Pêngava rizgarkirina Reqayê, ku şervanên QSD, YPG/YPJ'ê bi navê 'Xezeba Firatê' dan destpêkirin roja 4. li dû xwe hişt. Pêngav heta niha li gorî plana hatiye destnîşankirin dimeşe.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, ji ANF'ê re axivîn.

Şervan Mohammed El Yasser û Ebû Hesen dan xuyakirin, ku pêngava rizgarkirina Reqayê ku di 5'ê Mijdarê de dest pê kir roja 4. li dû xwe hiştiye û destnîşan kirin, ku ew gav bi gav ber bi azadî û serketinê ve dimeşin.

Şervan Mohammed El Yasser bal kişand ser rewşa stratejîk û girîngiya bajarê Reqayê ji bo Sûriyeyê û anî ziman, Reqa piştî Minbic û Helebê yek ji mezintirîn bajarê Sûriyeyê yê li herêmê ye.

Mohammed El Yasser da zanîn, ku Reqa ji aliyê dîrokî ve jî bajarekî xurt û gelekî girîng e û ragihand, mîna dema berê niha jî navenda çandinî û bazirganiyê ye.

Mohammed El Yasser destnîşan kir, Reqa bajareke ku gel û komên cuda yên baweriyan bi hev re lê dijîn û diyar kir, piştî ku pêvajoya şoreşê ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve hate sabotekirin, şer û kaos li herêmê serdest bû, Reqa jî di asla 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin.

El Yasser da xuyakirin, ku piştî vê dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li bajêr hewldanên tek tîpkirinê dest pê kir, lewma gel û bawermendên cuda yên li bajêr hatin sirgûnkirin û kuştin.

Mohammed El Yasser di dawiya axaftina xwe de got, piştî dagirkieriya çeteyên DAIŞ'ê bajar bûye xwedî karakterekî yek reng, yek bawerî, yek etnîsîte, yek mezheb û nîjadperestiyeke tund.

Şervanekî din ê Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firat Ebû Hesen da xuyakirin, ku QSD û pêkhateyên wê ji hêzên demokratîk û şoreşger ên rasteqîn ên Sûriyeyê pêk tên. Ebû Hesen da zanîn, ev hêz li dijî van komên çete di şer de bûne xwedî tecrûbeyekê, lewma yekane hêze ku ji rizgarkirina Reqayê re pêşengiyê dike.

Ebû Hesen destnîşan kir, rizgarkirina Reqayê wê derba herî mezin li çeteyên DAIŞ'ê û paşmêrên wê bixe û anî ziman, rizgarkirina Reqayê ji aliyê siyasî ve jî wê li Sûriyeyê rê li ber guhertinên mezin veke.

...