KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Rojava bi tena serê xwe nikare penaberên ku zêde bûne bihewîne'
Tevî bi sed hezaran penaberên ji ber krîza Sûriyeyê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê herikîn Rojavayê Kurdistanê, vê carê jî penaberên ji Mûsil, Dêra Zor û Reqayê xwe li Rojava digirin. Rêveberiya Xweser, tevî kêmderfetan jî penaberan vedihewîne. -
Li kujerê Nîhat Kazanhan 13 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Doz li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê pêk hat. Kujer Mehmet Nûr Bakî Goçmez ku di îdînameyê de bi cezayê muebbetê yê girankirî dihate darizandin, bi 'qesta pêkan' û 'sorkirina neheq' kêmî 13 sal û 4 mehan kirin. -
Têkildarî çalakiya li dijî Qeyûm 38 kas hatin binçavkirin
Li navçeya Dêrikê, piştî çalakiya li dijî Qeymeqam Muhammet Fatih Safîturk ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin, 38 kes hatin binçavkirin. -
Êsîr bû, niha şervana azadiyê ye: Şîrîn Minbic
Şîrîn Minbic, ku di dema operasyona Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de mîna her kesên li Minbicê dîlgirtî bû, niha li ser rêya Reqayê şervaneke azadiyê ye. Minbic got, "Ez bi êşa gelê Reqayê dizanim. Em ê li Reqayê jiyaneke azad ava bikin." -
11 kesên li Elezîzê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
11 HDP û DBP'iyên di operasyona qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. -
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê: Em Sûriyeya demokratîk ava bikin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, ku di 5'ê Mijdarê de dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê kirin gotin, ew ê dagirkeriya DAIŞ'ê ya li Reqayê bişikînin û piştî sê salan, bajêr rizgar bikin. -
Fermandarê QSD'ê Tolhildan: Em gihîştin dawiya qonaxa yekemîn a pêngavê
Fermandarê QSD'ê yê Silûkê Amed Tolhildan da xuyakirin, ku ew gihîştine dawiya qonaxa yekemîn a pêngava rizgarkirina Reqayê. -
Operasyonên qirkirina siyasî îro jî li Wanê didomin
Binçavkirina xebatkarên Şaredariya Wanê îro jî didome. -
Rizgarbûna Reqayê: Hevsengiyên nû, serdema nû
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku cîhan li bendê bû, di dawiya dawî de dest pê kir. Ji bo pêngavê, demeke dirêj xebatên leşkerî, siyasî û dîplomatîk dihatin meşandin. -
Walîtiya Wanê dema qedexeya li ser çalakiyan dirêj kir
Walîtiya Tirk a li Wanê da xuyakirin, ku ew dema qedexekirina civîn, xwepêşandan, meş, daxuyaniya çapemeniyê, vekirina stantan, vedana kon bi 10 rojên din dirêj dike. -
Di nava zordariya koçberî û hilweşînê de 8 mehên Şirnexê
"Qedexeya derketina derve" ya li Şirnexê, ku roja 14'ê adarê dest pê kir, piştî 8 mehan tê rakirin. Mirovên vî bajarê hat hilweşandin, ji bo axa xwe neterikînin bi mehan e li binê konan dijîn. -
Cîgira Hevşaredaran Yildiz û 2 kes hatin girtin
Ji 9 kesên hatin binçavkirina Cîgira Hevşaredaran Fatma Yildiz û 2 kes hatin girtin. -
Qeyûmê birîndar bû, mir
Qeymeqamê Tirk ê li Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk, di encama teqîna teqemeniya li odeya wî hatibû bicihkirin birîndar bû, mir. -
Ciwanên Êzidî: Hişyar bin, tevlî refên Asayîşê û YBŞ'ê bibin!
Asayîşa Êzîdxan ku weke hêza asayîşa civaka Êzidî xwe bi rêxistin kiriye, bi tevlîbûnên nû mezin dibe. Endamên Asayîşê bang li ciwanan kirin ku tevlî nava refên Asayîşê û YBŞ'ê bibin. -
Çend wêne ji pêngava rizgarkirina Reqayê
Pêngava rizgarkirna Reqayê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), YPG/YPJ'ê di 5'ê Mijdarê de dan destpêkirin, di roja 6. de ye. -
Di dema qedexeyê de derneketina derve bû delîla 'endametiya rêxistinê'
Dozgeriya Tirk, di gilînameya xwe de, derneketina derve ya Hanse Bûlût û Mazlûm Denîz a di dema qedexeya derketina derve de, weke îspata endametiya rêxistinê nîşan da. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aktaş li Mersînê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Polat Aktaş piştî 5 mehan ji goristana bêkesan hat girtin û li Mersînê cihê malbata wî lê dijî, hat veşartin. -
Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
Li Cizîrê Derhêner Mehmet Husamettîn Yurek, Emîne Aksoy, Neslîhan Acar û 2 kesên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. -
Li Dêrika Çiyayê Mazî gelek kes hatin binçavkirin
Piştî çalakiya li dijî Qonaxa Hikûmetê ya li Dêrika Çiyayê Mazî, polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin. -
Artêşa Tirk 30 top avêtin gundekî Efrînê
Artêşa dagirker a Tirk gundê Senara yê Efrînê topbaran dike. -
Li Binarê Qendîlê qirkeriya AKP/Qesrê hat şermezarkirin
Welatiyên Binarê Qendîlê bi meşekê êrîşên qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û bi taybet li dijî parlamenterên HDP’ê şermezar kirin. -
Di operasyona Reqayê de 2 gundên din hatin azadkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji du baskan ve bi pêş ve diçin û gundê El-Huriye û Hîşe rizgar kirin. -
Hêjmara kesên ku di çalakiya li ser sînor de birîndar bûn gihişte 8’an
Hêjmara kesên ku di çalakiya li dijî êrîşên dagirkeriya artêşa Tirk a sînorê Efrînê de birîndar bûn, gihişte 8’an. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê 3 sivîl qetil kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Nûman Betulê 3 sivîl qetil kirin, 50 jî birîndar kirin. -
Îlham Ehmed: Rizgarkirina Reqa tinekirina DAIŞ’ê ye
Hevseroka MSDʹê Îlham Ehmed diyar kir ku rizgarkirina Reqa tinekirina DAIŞʹê ya li tevahiya Sûriyeyê ye û got ku hilbijartinên Amerîka wê bandoreke mezin li şerê li dijî DAIŞʹê bike.