BI DÎMEN

Êsîr bû, niha şervana azadiyê ye: Şîrîn Minbic

Şîrîn Minbic, ku di dema operasyona Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de mîna her kesên li Minbicê dîlgirtî bû, niha li ser rêya Reqayê şervaneke azadiyê ye. Minbic got, "Ez bi êşa gelê Reqayê dizanim. Em ê li Reqayê jiyaneke azad ava bikin."

Pêngava rizgarkirina Minbicê bi navê 'Fermandar Feysel Ebû Leyla' di 1'ê Hezîranê de dest pê kiribû û di 12'ê Tebaxê de bi paqijkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê û azadkirina gel, qediya bû. Di dema rêveçûna pêngavê de, gelê ku firsend dît ji zilma DAIŞ'ê bireve û ber bi azadiyê ve biçe, xwe li qadên şervanên azadiyê girt. Welatiyên ku xwe bi rengekî digihandin şervanên azadiyê, dilaram dibûn ku êdî serdema tarîtiyê qediya ye, lewma spasiya şervanan dikirin.

Piştî ku Minbic rizgar bû, bi dehan keç û xortên Minbicî tevlî nava refên QSD û YPG/YPJ'ê bûn. Yek ji van jî Şîrîn Minbic e, ku ji taxa Esediye ya Minbicê ye. Piştî ku taxa Esediye hate rizgarkirin Şîrîn Minbic biryarê dide tevlî nava refên têkoşînê bibe. Şîrîn Minbic destnîşan dike, ku li ku derê şerekî azadiyê hebe, ew dixwaze li wir be.

Şîrîn Minbic, ku diya wê Kurd, bavê wê Ereb e, ji bo sedema herî girîng a biryara tevlîbûna li nava refên YPJ'ê dibêje, "Cara yekemîn min dît, ku hin mirov ji bo mirovên din şer dikin û canê xwe didin." Minbic diyar dike, ku vê rewşê hêz û hêviyeke gelekî mezin daye wê û tîne ziman ku ew jî êdî jiyana xwe gorî kêfxweşî û azadiya mirovên din dike. Şîrîn Minbic dide zanîn, ku ji ber vê yekê bi israr xwestiye tevlî pêngava Reqayê bibe û dibêje, "Ji ber ku ez gelekî baş wan fêhm dikim, ku di nava şert û mercên dîlgirtinê de jiyaneke çawa dijîn û dema azad bibin, wê hesteke çawa bijîn."

Şîrîn Minbic anî ziman, ku DAIŞ dema nû kete nava Minbicê ewilî rûyê xwe yê rastî veşart û wiha dewam kir: "Di destpêkê de bi nermî nêzî gel bû, hewl da gel ber bi xwe ve bikişîne. Dema ku li ser bajêr bi temamî bû serdest, vê carê zext, îşkence û zilm zêde kir. Li tevahiya jiyanê kontrol xistin destê xwe û dest li her tiştî werdan. Kincên jinan bi temamî reş kir û gotin, 'jin mecbûrin destên xwe jî bi lepikan binixumînin'. Li me welê bû, ku em nema dikarîbûn ji mala xwe derkevin derve. Li cihê ku DAIŞ lê bû, gel dibû qurbanê wan."

Şîrîn Minbic li nava refên YPJ'ê niha bi çeka xwe ya doçka berê xwe dide Reqayê. Bi kêfxweşiyeke mezin dikeve her gund û gundikê ji çeteyên DAIŞ'ê tên rizgarkirin. Dibêje, "Em ê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û jiyaneke azad û nû li ava bikin." Minbic destnîşan dike, weke jinekê ji ber ku di nava vê pêngavê de cih digire, ew gelekî kêfxweş e.

Bi çeka xwe ya doçka Şîrîn dibêje, "Ji niha ve xewn û xeyala rojên azad ên keç û jinên Reqayê tên ber çavên min."

...