Artêşa Tirk û çeteyên wê 3 sivîl qetil kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Nûman Betulê 3 sivîl qetil kirin, 50 jî birîndar kirin.

Piştî çeteyên DAÎŞ’ê xwe ji gundên Numan, Til Cerca, Senbat, Misîbîn, Tirhîn, Til Betal, Şedûd, Qubet Şêh kişandin, vê carê jî artêşa Tirk û çeteyên wê lê dan.

Gund hatin bombekirin û li van gundên ku piraniya wan Kurd in, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 5 sivîl jî birîndar bûn.

Topbaran dewam dike.

Her wiha tê gotin ku artêşa Tirk li dijî Bendava Şehba û li derdora wê jî gundên El-Wehşiye, Hiscik, El-Hiseye, Til Medîq û Um Qura topbaran dike.