Di nava zordariya koçberî û hilweşînê de 8 mehên Şirnexê
"Qedexeya derketina derve" ya li Şirnexê, ku roja 14'ê adarê dest pê kir, piştî 8 mehan tê rakirin. Mirovên vî bajarê hat hilweşandin, ji bo axa xwe neterikînin bi mehan e li binê konan dijîn.
"Qedexeya derketina derve" ya li Şirnexê, ku roja 14'ê adarê dest pê kir, piştî 8 mehan tê rakirin. Mirovên vî bajarê hat hilweşandin, ji bo axa xwe neterikînin bi mehan e li binê konan dijîn.
Li dijî daxwaza xwerêvebirinê ya gelê Şirnexê, di 14'ê Adarê de derketina derve hat "qedexe"kirin. Li 7 ji 12 taxên Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê hat meşandin. Heman piştî îlana "qedexeya derketina derve", hêzên dewletê bi zorê gel ji malan derxistin û zexta koçberiyê li Şirnexiyan kirin. Lê belê gelê Şirnexê bersiva herî mezin da êrîşan û li qadên Sanayî, Afet Konûtlari, Balveren, Avgamasiya, Kumçati, Qilaban, Basan, Biryan, Bilmat, Nerex, Zorava, quntarên Cûdî û Gabarê kon veda.
BERXWEDANA YPS Û YPS-JINÊ DEWAM KIR
Li derdora bajêr gel, li nava bajêr jî YPS/YPS-Jinê dest bi berxwedanê kirin. Li taxên xwerêveberiyê Yenî, Bahçelîevler, Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Yeşîlyûrtê, şervanan 85 rojan li dijî tank û topan li ber xwe dan. Hêzên dewletê ku mehekê hewl da bikeve taxa Îsmetpaşa, sûka navenda bajêr xera kir û bi vî rengî hewl da xwe bigihîne taxê. Hêzên dewletê, bi rengekî çavsorane û bi lez xaniyên welatiyan xera kirin.
BERXWEDANÊ LI DERDORÊ DEWAM KIR
Di nava 85 rojan de bi çekên giran, tank û topan êrîş li dijî navenda bajêr hat kirin. Li dora bajarê Şirnexê jî gelê li binê konan dijî 9 mehan di nava şert û mercên giran de li ber xwe da. Hêzên dewletê herêma Bilmat a ku bi 10 kîlometreyan dûrî Şirnexê ye, kirin hedef û bi topan lê dan. Bi vê êrîşê, welatiyek kuşt.
'OPERASYON QEDIYA' LÊ QEDEXE NEHAT RAKIRIN
Di 4'ê Hezîranê de hêzên dewletê daxuyaniyek dan û gotin, "Operasyon qediya" ye. Lê belê talan û hilweşandina xaniyên welatiyan piştî vê daxuyaniyê dewam kir. Zext li mirovên li binê konan hat kirin, ku koç bike. Her wiha gef li wan hat xwarin û hatin binçavkirin. Bi qasî mehekê hêzên dewletê zext û zordariyeke giran li mirovên li binê konan dijîn kirin. Di destpêkê de ji bo rakirina konan kepçe anîn dora herêma Afet Konûtlari. Hêzên dewletê rêya Kerkûkê nîşanî mirovên nedixwestin axa xwe biterikînin, dan û gotin, "Biçin Kerkûkê, ev der axa me ye." Û konên welatiyan şewitandin. Gel tevlî vê yekê jî axa xwe neterikand û li cem xizmên xwe yên li derdorê bi cih bû û li benda rakirina qedexeyê sekinî.
115 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê de 115 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 85 ê navenda Şirnexê hat hilweşandin û bi erdê re bû yek. Dewleta Tirk piraniya qada navenda bajêr kir malê xwe. Şaredariya Şirnexê ji bo welatiyan dest bi çêkirina 400 xaniyan kir, lê belê Walîtiya Tirk bi gotina "lêçûneke ne hêja ye" pêşî lê girt.
Qedexeya ku di 14'ê Adarê de hat ragihandin, wê bi qismî di 14'ê Mijdarê de bê rakirin.