Rizgarbûna Reqayê: Hevsengiyên nû, serdema nû

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku cîhan li bendê bû, di dawiya dawî de dest pê kir. Ji bo pêngavê, demeke dirêj xebatên leşkerî, siyasî û dîplomatîk dihatin meşandin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku cîhan li bendê bû, di dawiya dawî de dest pê kir. Ji bo pêngavê, demeke dirêj xebatên leşkerî, siyasî û dîplomatîk dihatin meşandin.

Di encama danûstandinên leşkerî, siyasî û dîplomatîk de, ku di navbera rayedarên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYA û rayedarên QSD'ê ya bi pêşengiya YPG'ê de pêk hatin, roja destpêkirina Pêngava Rizgarkirina Reqayê weke 5'ê Mijdarê hat destnîşankirin.

Ji bo pêngavê QSD'ê û pêkhateyên wê hêza leşkerî li herêmê civand û bi daxuyaniyeke çapemeniyê pêngav bi rengekî fermî dest pê kir.

Pêngav ji aliyê QSD'ê û pêkhateyên wê ve tê kirin, ku hêzên YPG/YPJ pêşengiyê ji wan re dikin. Wekî din komên cuda yên Ereb ku bi rengekî çalak di nava QSD'ê de cih digirin, di pêngava rizgarkirinê de bi roleke aktîf radibin. Hêzên Koalîsyonê jî ji hewayê ve piştgiriya operasyonê dikin.

Operasyona Reqayê wê beriya niha dest pê bikira. Lê belê ji ber ku dewleta Tirk axa Rojava-Bakurê Sûriyeyê li bajarên Cerablûs û Raî dagir kir û piştre xwest berê xwe bide Babê, ev operasyon heta demekê hat taloqkirin.

Sedema derengmayîna pêngavê ne tenê ev e. Dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, ku di ser Cerablûsê re êrîşî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê kirin, êrîşên wan ên li dijî çeperên QSD'ê û herî dawî êrîşa li dijî Hêzên Şoreşger ên li herêma Şehbayê, sedemên derengmayîna destpêkirina vê pêngavê bûn.

Di nava vê demê de jî, hêzên ku wê pêngava rizgarkirinê bimeşînin, amadekariyên xwe kirin.

Tirkiye, ji bo QSD û YPG/YPJ cih negire ji DYA re ragihand ku tevî komên xwe ew ê li cihên weke Reqa, Mûsil, Telaferê 'li dijî DAIŞ'ê şer bike'. Lê belê ji ber ku DYA dizane ev ne rast e û rast jî be bi dewleta Tirk û çeteyên wê re nikare ti serketinê bi dest bixe, ev hewldana dewleta Tirk red kir.

Û êdî gotineke ku Enqere bilêv bike nema. Ji bilî duaya têkçûna pêngava rizgarkirina Reqayê, tiştek di destê dewleta Tirk de nema.

Rayedarên Amerîkî dewleta Tirk red kirin û ji bo operasyona Reqayê ji rayedarên QSD û YPG/YPJ'ê re ragihand ku mafê gotinê yê dewleta Tirk di vê mijarê de nîne.

Pêngava rizgarkirinê wê di demeke kurt de neqede. Çend sedemên vê hene. Ya yekemîn; şert û mercên zivistanê ye û nîvê Reqayê çol e. Rîskên siyasî û leşkerî yên Pêngava Rizgarkirina Reqayê gelekî zêde ne. Sîstema ku QSD formula wê dike; Sûriyeya Federal a Demokratîk, yekane modela ku hêviyê dafirîne.

Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî û hemû gel û baweriyên li herêmê di qada leşkerî de di binê sîwana QSD'ê de li hev civiyan. Li qada siyasî jî di bin sîwana Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de li hev civiyane.

Lewma paqijkirina Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê û rizgarkirina Reqayê, wê QSD û MSD'ê veguherîne hêzeke bêguman a li Sûriyeyê. Ev rewş wê bi xurtî hevsengiyên leşkerî û siyasî bihejîne.

Di serî de dewleta Tirk gelek hêzên herêmî û navneteweyî hene ku rewşeke bi vî rengî naxwazin. Lewma kengî di pêngava rizgarkirinê de pêşketin çêbibe, wê hem li hundir hem jî li derve êrîş zêde bibin.

Lazim e were zanîn ku pêkane bi destê gelek koman li nava xaka Rojava-Bakurê Sûriyeyê êrîş were kirin, lewma girîng e tedbîr li ser vê bingehê werin girtin.

Di nava vê demê de, girîng e li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên li dijî Kurdan û hêzên sosyalîst, tedbîr werin girtin. Çeteyên DAIŞ'ê û paşmêrê vê çeteyê dewleta Tirk, wê hewl bidin mîna Enqere, Pirsûs, Amed û Dîlokê komkujiyan bikin.

Lê belê ev rîsk wê nikaribin li pêşiya pêngava rizgarkirinê bibin asteng. Berevajî wê bibe sedem ku pêngav xurtir bibe û bi leztir were meşandin. Ya ku bê kirin jî wê ev be.

Şaş e ku mirov pêngavê bi tenê di çarçoveya sînorê Reqayê de destnîşan bikin. Pêngava rizgarkirinê wê di demeke kurt de kantonên Kobanê-Efrînê bigihîne hev.

Reqa ji bo çeteyên DAIŞ'ê weke dil e û ji bo çeteyan navendeke girîng e. Paqijbûna vê derê ji çeteyên DAIŞ'ê, wê bandoreke girîng a siyasî û leşkerî li siberoja Rojava û Sûriyeyê bike.

Pêngava rizgarkirina Reqayê ku ji bajarokên Eyn Îsa û Silûkê ku bi 50 kîlometreyan dûrî Kobanê ye dest pê kir, wê heta dora navenda bajarê Reqayê dewam bike. Qonaxa destpêkê ya operasyonê bi vî rengî hat destnîşankirin.

Piştî ku derdora bajêr hat paqijkirin û şervanên QSD, YPG/YPJ xwe nêzî bajêr kirin, wê rewş careke din bê nirxandin. Ji xwe şerê nava bajêr xwedî karakterekî cuda ye. Lewma şervan wê di destpêkê de giraniyê bidin ser rizgarkirina gund û bajarokên li xeta bakurê Reqayê.

Di nava vê pêvajoya operasyonê de, divê rewşa li navendên din ên Bakurê Sûriyeyê yên çeteyên DAIŞ'ê lê bi cih bûne û rewşa li herêma Şehbayê bi baldarî were şopandin.

Bi pêngavê re wê çeteyên DAIŞ'ê ne tenê ji bo axa Rojava-Bakurê Sûriyeyê, ji bo tevahiya Sûriyeyê wê werin qelskirin.

Têkçûna Tirkiyeyê li Rojava û Sûriyeyê wê were wateya serketina Kurdan li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê. Lewma her pêşketin, di asta jiyanî de girîng e.

Ji ber vê yekê Pêngava Rizgarkirina Reqayê destpêka serdemeke nû ye. Ev serdem serdema taktîk û stratejîk e. Bi pêngava rizgarkirinê re gelek hevsengî wê bişikên û yên nû bafirin. Em ê bisekinin û bibînin...