'Rojava bi tena serê xwe nikare penaberên ku zêde bûne bihewîne'

Tevî bi sed hezaran penaberên ji ber krîza Sûriyeyê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê herikîn Rojavayê Kurdistanê, vê carê jî penaberên ji Mûsil, Dêra Zor û Reqayê xwe li Rojava digirin. Rêveberiya Xweser, tevî kêmderfetan jî penaberan vedihewîne.

Piştî ku li Sûriyeyê krîzê dest pê kir û êrîşên DAIŞ'ê giran bûn, bi mîlyonan Sûriyeyî û Iraqî koçî welatên cîran ên mîna Tirkiye û Urdunê, her wiha Rojavayê Kurdistanê û Ewropayê kirin. Dewleta Tirk ku di kûrbûna krîzê de xwedî roleke mezin e, bi gotina 'em ê deriyên xwe vekin' penaberên li dora xwe vehewand, weke şantajekê li dijî welatên Ewropayê û mekanîzmayeke ji bo peydakirina çeteyan, bi kar anî. Yekîtiya Ewropayê di Sibata sala 2016'an de ji bo pêdiviyên penaberan alîkariya 3 mîlyar Euro ya ji bo Tirkiyeyê erê kir. Lê ti alîkarî neda Rojavayê Kurdistanê ku bi sed hezaran penaberan xwe lê girtine û ambargo li ser heye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, ku tevî ambargoya giran û nedîtina alîkariyê ji saziyên navneteweyî, bi kêmderfetên xwe niha jî penaberên ji Mûsil, Dêra Zor û Reqayê tên, hewl dide vehewîne. Lê xuya ye ev nepêkan e.

Li 6 kampên penaberan ên li Rojavayê Kurdistanê, hewl tê dayîn deh hezaran penaber tevî derfetên kêm jî bên vehewandin. Kampa Holê bi pêla nû ya koçberan ket rojevê. Rayedar û penaberên li vê kampê, ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî û gelek caran hatin serdana wan nerazî ne, ku bi xemsarî tevdigerin.

Me pêla nû ya penaberan a ji Mûsilê tê û Kampa Holê ya di vî warî de ket rojevê li cih lêkolîn kir û li pirsgirêkên penaberan û rayedarên kampê guhdarî kirin.

Rayedarên kampa Holê diyar kirin ku di 7'ê mijdarê de rayedarên Rêveberiya Xweseriya Rojava û Komîseriya Bilind a Penaberan a NY'ê (UNHCR) civîn pêk hatiye û di civînê de ji bo kampên Hol û Mebrûkayê ji aliyê UNHCR û zêdekirina kontrolê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk  lihevkirin çêbûye. Rayedaran anîn ziman ku ev penaber derbasî Kampa Holê dibin û divê bi lezgîn alîkarî bê kirin.

HERÎ ZÊDE PENABER TÊN EFRÎNÊ LÊ QET ALÎKARÎ NAYÊ KIRIN

Li Rojavayê Kurdistanê herî zêde penaber tên Kantona Efrînê. Ji derûdora Helebê,  Reqa û herêma Şehbayê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ û SÛK'ê, pevçûnên li herêmê gelek penaber tên Efrînê. Ji herêma Şehbayê ku ji ber êrîşên Tirkiye û çeteyên wî jî koçberî her diçe zêdetir dibe. 

Li Kantona Efrînê ku di bin dorpêça çete û dewleta tirk de ye, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo  pêdiviyên penaberan bi cih bîne ligel ku seferber bûye jî ji ber xemsariya qada navneteweyî dram û gelek pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Ji bo ku korîdora alîkariya mirovî li Helebê bê vekirin hewldanên navnateweyî ji bo Kantona Efrînê ya ku bi sedhezaran penaber tên nayî kirin. Hêzên navneteweyî, li hemberî qatlîamên çeteyên dewleta tirk bêdeng dimînin, ji ber pirsgirêkên ku penaberên diherikin Efrînê, li hemberî pirsgirêk û dramên ku tên jiyîn bêdeng dimîne. YE, li hemberî rêberê çeteyan Erdogan û hikûmeta wî ku penaberan wekî şantaj bi kar tîne bi biryara ku di sibata 2016'an de girt ligel ku 3 mîlyar Euro alîkarî da jî heta niha tu alîkarî nedaye Kantona Efrînê. 

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava li Efrînê bi tena serê xwe hewl dide pirsgirêka penaberan çareser bike. Hin penaberên ku tên Kantona Efrînê wekî li kantonên din bi derfetên xwe ve li bajaran dihewîne.  Li Kampa Rûbarê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê ve hatiye avakirin û li Kampa Şehbayê ya ku di demên dawî de hatiye avakirin bi derfetên kêm bi deh hezaran penaber hatine bicihkirin û pêdiviyên wan tê bicihanîn.

LI KAMPÊN KOBANÊ Û CIZÎRÊ JÎ DERFET KÊM IN

Li Rojava ji bo penaberan 5 kampên din jî hene. Di 26'ê çileya 2015'an de Kampa Miştenur a ku hatibû avakirin, niha penaberên ku ji Minbica di meha tîrmehê de hate rizgarkirin û penaberên ji Şam, Cerablus û Reqayê hatine dimînin. 

Li Kampa Newrozê ya Kantona Cizîrê jî bi sedan malbatên êzidî yên ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re rû bi rû man û ji aliyê PDK'ê ve jî tenê hatin hiştin, hatine bicihkirin. Niha li kampê 3 hezar û 400 kes dijîn. Li kampên penaberan din ên li Rojava yekî jî Kampa Roj a  li Cizîre ye û penaberên ji  Iraqê hatine dijîn.  

Du kampên din ên Kantona Cizîr a Rojava jî Kampên Hol û Mabrukayê ne û li van deran jî penaberên ji Mûsil, Dera Zor û Reqayê hatine, dimînin e. Ev herdu kamp bi biryara di navbera rayedarên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û UNHCR'ê ve hatin rojevê. 

Kampa Mebrukayê ya  40 kîlometre rojavayê Serêkaniya Kantona Cizîrê ye di 25'ê gulanê de hat vekirin. Li vî kampê penaberên ji Reqayê hatine dijîn. 

Li kampa Holê ya di 21'e nîsanê hate vekirin de jî ji hezar û 200  malbatan 6 hezar û 100 panebar dijîn. Li vî kampê jî piranî penaberên ji Mûsil û Iraqê hatine, dijîn. Rêveberiya Xweser a Demokratîk  li hemû kampên penaberan bi derfetên xwe yên kêm hewl dide penaberan bihewinîne û pêdiviyên wan bi cih tîne.

PENABERÊN BÊN HOLÊ  WÊ LI KAMPÊ BÊN BICIHKIRIN LÊ...

Roj bi roj penaber ji Mûsila ku di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye tên Kantona Cizîrê. Bi destpêkirina operasyona Mûsilê ve jî penaberên ji Mûsilê dixwazin derbasî Rojava bibin zêdetir bûn. Li bendê ye ku derûdora 50 hezar penaber  koçî Holê û Kantona Cizîrê ku li sînorê Mûsilê ye bikin.  di çorçoveya amadekariyan de li Kampa Holê  konên nû hatine danîn.

Penaberên ku ji Mûsilê dixwazin derbasî Rojava bibin li sînorê Holê ku 9 kîlometre dûrî DAIŞ'ê ye tê sekinandin û pêdiviyên wan tên bicihanîn. Pirsgirêkên wekî av, xwarin û cih ên penaberên ku li sahrayê dimînin hene. Di 7'ê mijdarê de bi peymana rayedarên Xweseriya Demokratîk û rayedarên UNHCR'ê  ve bi alîkariya NY'ê ve  bi kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava divê bên Kampa Holê û li vir bên bicihkirin. Li li Kampa Holê ku me lêkolîn kir ji ber ku alîkariya navneteweyî nayê pirsgirêka cidî ya xwarin, cih, sotemenî û avê heye. Heke alîkarî neyê kirin wê pirsgirêk û dramên nû yên mirovahiyê bêjiyîn. 

RÊVEBERÊ KAMPÊ: DERFETÊN ME PIR KÊM IN

Ji rêveberên kampê ku di destpêke ku Kampa Holê hate avakirin heta niha heye Kemal Hol diyar kir ku ji destpêkê heta niha bi derfetên gelek kêm hewl didin ku penaberan bihewînin. 
 Rêveberê Kampa Holê Kemal Hol ev agahî da: "Me mirovên ku mecbûr man koç bikin anî vê derê. Di serî de derfetên cih pir kêm bû. Ji ber ku sotemenî tunebû, ji bo xwarina xwe çêbikin mecbûr man darên derûdorê hemû jêbikin. Heta demên dawî jî kêm kon hebûn. Di encama hin israran de, di demên dawî de UNHCR'ê hin kon anî. Lê hê jî ev ji bo penaberên li Kampa Holê dijîn jî têrê nake. Li kampa me qasî hezar û 200 malbat dijîn. Hinek ji wan li konan, hine jî li hin avahiyên li kampê me cih kiriye. Lİ her malekî 3-4 kes dijîn. Heta niha nêzî 400 malbat li wan avahiyan bi cih bûne. Lê  havînê di bin wî tavê de piraniya wan bê mal in. Niha jî qasî 120 malbat hê jî cihên wan tuneye. Dîsa tekan pêdiviyê cih nîne. Pirsgirêka avê heye. Ji 50 kîlometre durî kampê, ji Hesekê em bi derfetên xwe ve bi tankêran ve avê tînin. Lê têre nake. Dîba pirsgirêka xweran, cil, sobe, sotemenî, derman û hwd.  hene. Ji ber ku Rêberiya Xweser a Demokratîk bixwe jî di bin ambargoyê de ye, derfetên wî pir kêm in lê bi van derfên kêm jî hewl didin ku pêdiviyên kampê bi cih bînin."

LI KAMPÊ PIRSGIRÊKÊN TENDURISTÊ ZÊDE NE

Li kampê ji ber paqijî û îlacan pirsgirêkên cîddî yên tenduristiyê hene. Dema mirov li Kampa Holê digere, tiştê ku ewil dikeve pêşberî çavan tuwaletên ku bi derfetên kêm hatine avakirin in. Ji ber ku pergala kanalîzasyonê tine çal hatine vekirin û dora wan bi naylonan hatine pêçan. Lê ji ber ser van tuwaletan vekiriye; bêhna wan li der û dorê belav dibe û mirovan bêzar dike. Rayedarê Kampa Holê destnîşan kirin ku ji ber pirsgirêka avê û binesaziyê pirsgirêka paqijiyê dijîn û ev jî dibe sedema nexweşiyan û wiha gotin: 

“Ava ku me bi derfetên xwe kişandiye kampê têra pêdiviyan nake. Ji bo paqijî bê kirin divê bîr bên kolan. Ji bo vê yekê pere lazim e. Lê ev derfeta Rojava tune ye. Dema alîkarî jî neyê kirin ev pêdivî nayê bersivandin." 

Rayedarê xizmeta tenduristiyê yê Kampê û Heyva Sor a Kurdistanê Abdulaziz Ahmet Helef jî wiha bal kişand ser nexweşî û pirsgirêkên paqijîyê: "Ji ber qirêjiya li kampê nexweşiya hepatit, ji ber mêşan jî nexweşiya neşwan zêde ye. Bi taybetî zarok bi nexweşiya virikê (îslahê) dikevin. Nexweşiyên dil û pençeşêrê jî hene. Lê îlac û bijîşkên bibin bersîva van nexweşiyan tune ye. Ji ber ambargoya li ser Rojava gelê Rojava yê xwecihî jî gelek îlacan bi dest naxe. Divê saziyên navneteweyî bi lezgîn alîkariyê bikin." 

HERÎ ZÊDE JIN ZEHMETIYAN DIJÎN

Di nava penaberên ku ji xeta sînor hatin û li Kampa Holê bi cih bûn de herî zêde jin zahmetiyê dijîn. Her çendî canê xwe û zarokên xwe ji destê hovîtiya DAIŞ'ê rizgar kiribin jî dîsa ji ber derfetên kêm û şertên xerab di aliyê fîzîkî û derûnî de zahmetiyan dijîn. Dema em li kampê digerin jin zarokên nexweş nîşanî me didin û diyar dikin ku pêdiviya wan bi ilacan heye. Hin kes jî ji ber alîkarî nayê kirin qîr dikin û bêzariya xwe tînin ziman. Rayedarên Kampê jî anîn ziman ku ji ber derfetên kêm yên li kampê herî zêde jin dikevin bin bandorê û got: "Li kampê serşok tune. Di her xaniyekî de 3-4 malbat dijîn. Ji ber vê yekê nikarin serê xwe bişon û zahmetiyan dijin.

RAYEDAR JI SAZIYÊN ALÎKARIYÊ Û AMBARGOYÊ BI HÊRS IN

Rêveberê Kampa Holê Kemal Hol, diyar kir ku gelek nûnerên alîkariya navneteweyî tên kampê û diçin, li cih lêkolin dikin û not digirin, lê tu alîkarî ji kampê re nayê şandin û wiha got: “Em bi derfetên sînor li vir têkoşîna jiyanê didin. Em bi derfetên pir kêm pêdiviyên xwe dibînin. Lê tu alîkarî nayê kirin. Em bi fikarin ku rewş xerabtir bibe. Di demên dawî de hin saziyên din bi mere ketin nava têkiliyê. Gotin wê alîkarî bişînin. Hin kesan nan anîn. Lê pir kêm bû. Dîsa UNHCR jî di demê dawî de ketiye nava tevgerê. Diyar dikin ku planên wan hene. Lê pir giran tev digerin. Di demên dawî de hin çadir anîn. Lê ev têr nakin. Pêdiviyên cuda yên jiyanî hene." 

Hol, destnîşan kir ku ji ber ambargoya KDP'ê ya li ser Deriyê Sînor ê Semelka bandora neyînî li ser penaberan dike û wiha got: "Hin saziyên alîkariyê bi mere ketin nava têkiliyê û îlac şandin. Li ser sînor depo vala kirin, lê nekarîbûn sînor derbas bikin. Ji ber vê yekê ambargoya li ser sînorê Semalka bandora neyînî li ser penaberan dike. Saziyên alîkariyê yên navneteweyî dikarin li ser KDP'ê zeştan ava bikin. Em di vê mijarê de sakiyên alîkariyê yên navneteweyî rexne dikin." 

‘DIVÊ BI LEZGÎN ALÎKARIYÊ BIŞÎNIN' 

Rêveberê kampa Holê Kemal Hol, destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û saziyên alîkariyê yên navneteweyî yên li  Rojava ger ku bi lezgîn alîkariyê neşînin ji Rojava re wê rewşên xerab û xemgîn zêde bibin û wiha got: "Li kampa Holê pirsgirêka ewlehiyê tune ye. Ewlehî û parastin heye. 50 kilometre dûrî eniyê ye. Gelek saziyên alîkariyê hene. Dixwazin bi mere tekêvin nava têkiliyê. Lê diyar dikin ku ji ber nêzî eniyê ye nikarin werin. Lê Kampa Holê ne nêzî eniyê ye. Qadek bi ewle ye. Dikarin bên lêkolîn bikin û alîkariyê bişînin. Dîsa bi koçeriya nû re yên li ser sînor bi cih bûn hene. Şert û mercên wan xerabtir in. Alîkariya lezgîn ji bo wan lazim e. Di 7'ê Mijdarê de Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûbîy (NY) û Rayedarên Rêveberiya Xwesriya Demokratîk a Rojava di nava xwe de peyman çêkirin. Divê bi alîkariya NY'ê ev alîkarî demek berî demekê têkeve meriyetê. Penaberên li ser sînor piştî 8-9'ê Mijdarê kom bi kom tînin kampa Holê. Divê bi lezgîn hem ji bo van penaberan û hem ji bo penaberên nû alîkarî bê kirin.

...