Li Dêrika Çiyayê Mazî gelek kes hatin binçavkirin
Piştî çalakiya li dijî Qonaxa Hikûmetê ya li Dêrika Çiyayê Mazî, polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin.
Piştî çalakiya li dijî Qonaxa Hikûmetê ya li Dêrika Çiyayê Mazî, polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin.
Piştî çalakiya li dijî Qonaxa Hikûmetê ya li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku qeyûmê şaredariyê Mûhammed Fatîh Şafiturk û 4 kesên li gel birîndar bûn, polîsên Tirk avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de tevî endamê Meclîsa DBP’ê Mûstafa Kûtlar, zêdetirî 20 kes hatin binçavkirin. Kesên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrikê.
Rêyên navçeyê hatine girtin.