BI DÎMEN

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê: Em Sûriyeya demokratîk ava bikin

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, ku di 5'ê Mijdarê de dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê kirin gotin, ew ê dagirkeriya DAIŞ'ê ya li Reqayê bişikînin û piştî sê salan, bajêr rizgar bikin.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê ji ANF'ê re axivîn û dan xuyakirin, ku ji roja destpêkê ve ew bi moraleke mezin tevlî pêngavê bûne.

Ji şervanên Odeya Çalakiyê Siyabend diyar kir, di pêngava rizgarkirina Reqayê de wan heta niha 7 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan rûxandine û êrîş şikandine.

Siyabend ku ji Girê Spî ye, lê demeke dirêj li Reqayê jiya, da zanîn ku bi dagirkeriya DAIŞ'ê re ew ji Reqayê derketiye. Şervan Siyabend anî ziman, ku ji bo rizgarkirina Reqayê ew tevlî pêngavê bûye û li dijî çeteyan şer dike. Siyabend ragihand, çeteyên DAIŞ'ê hovîtiya xwe ya li herêmê di bin navnê Îslamê de li ser gel rewa dibînin.

Ji şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Refîq jî diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê 4 kes ji malbata wî bi rengekî hovane înfaz kirine û da zanîn, ku bi pêngava rizgarkirina Reqayê re ew mizgîniya azadî û rizgariyê didin gelê Reqayê, lewma gelekî kêfxweş e.

Refîq da xuyakirin, ku bi têkoşîna li bin sîwanê QSD'ê re ew hesabê êşên gelê Reqayê kişandiye dipirse û got, ew li taxên xizan ên Reqayê ji dayik bûye û mezin bûye. Refîq da zanîn, ku heta dagikeriya DAIŞ'ê ew li bajêr dima û piştî ku çeteyan bajar dagir kir, ew jî ji Reqayê derket.

Şervan Refîq bang li ciwanên Ereb kir, ku cihê xwe di bin sîwana QSD'ê de bigirin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad têbikoşin. Refîq diyar kir, ew kêfxweş e ji ber ku wê Reqayê azad bikin.

Refîq di dawiya axaftina xwe de bang li Reqayiyan kir ku ji bo rizgarkirina bajêr alîkariyê bidin şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê.