Operasyonên qirkirina siyasî îro jî li Wanê didomin
Binçavkirina xebatkarên Şaredariya Wanê îro jî didome.
Binçavkirina xebatkarên Şaredariya Wanê îro jî didome.
Duh 29 xebatkarên Şaredariyê hatibûn binçavkirin, ku Sekreterê Giştî yê Şaredariya Wanê Sedat Tore jî di nav de ye. Operasyonên binçavkirinê îro jî dewam dikin.
Danê vê sibehê polîsên Tirk avêtin ser hin navnîşanan û Hevserokê Şaxa DÎSK’ê yê Wanê Emîn Bozkurt, xebatkarên Şaredariya Wanê Sahîp Gorendag û Şaban Saribulak binçav kirin.