BI DÎMEN

Fermandarê QSD'ê Tolhildan: Em gihîştin dawiya qonaxa yekemîn a pêngavê

Fermandarê QSD'ê yê Silûkê Amed Tolhildan da xuyakirin, ku ew gihîştine dawiya qonaxa yekemîn a pêngava rizgarkirina Reqayê.

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Amed Tolhildan ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ew gihîştine dawiya qonaxa yekemîn a pêngava 'Xezeba Firatê' ya ji bo rizgarkirina Reqayê.

Tolhildan da xuyakirin, ew bi qasî 30 kîlometreyan ji cihê dest pê kirine bi pêş ve çûne û got, "Bi baskê Eyn Îsa re em li ser Çemê Belixê digihêjin hev."

Fermandar Tolhildan da zanîn, ku pêngav li gorî plana hatiye diyarkirin, bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve diçe û wiha dewam kir: "Ya herî girîng jî ew e, ku moralê hemû şervanên tevlî pêngavê bûne di asta herî bilind de ye. Taybetmendiya herî girîng a qonaxa destpêkê ya pêngavê ew e, ku me hemû qadên rizgar kirine, kirine qadên ewle." Tolhildan anî ziman, ku ew çiqasî çeteyên DAIŞ'ê ber bi navenda Reqayê ve dehf bidin, wê herêmên rizgarkirî hê ewle bibin.

Amed Tolhildan diyar kir, êrîşên çeteyan bi vî rengî beralî dibin û got, "Ji roja destpêkirina pêngavê û vir ve şehîd û birîndarên me çênebûne. Lê belê çete li her qadê têk çûn û gelek kuştî û birîndar dan. Di heman demê de me dest danîn ser gelek cebilxaneyên wan."

Tolhildan da xuyakirin, ku pêngava rizgarkirina Reqayê il ser daxwaza gelê Reqayê yê ji zilma DAIŞ'ê reviyan û xwe li axa Rojava girtin, dest pê kir û got, "Reqa yek ji girîntirîn navendên çeteyên DAIŞ'ê ye. Di ser Reqayê re zerareke gelekî mezin hem didin herêmê, hem jî didin cîhanê. Bi serketina pêngava Reqayê re wê bêhn bê ber gelên herêmê û cîhanê."