Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aktaş li Mersînê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Polat Aktaş piştî 5 mehan ji goristana bêkesan hat girtin û li Mersînê cihê malbata wî lê dijî, hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Polat Aktaş, ku roja 5'ê Hezîranê li bejahya navçeya Şemzînan a Colemêrgê tevî 7 hevalên xwe di şer de jiyana xwe ji dest da, bêyî agahî ji malbatê re were dayîn ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Goristana Bêkesan a Meletyê hatibû veşartin. Li ser serlêdana malbatê, mînaka xwînê jê hat girtin û testa DNA'yê hat kirin. Di encama testa DNA de eşkere bû ku cenaze yê Polat Aktaş e. Malbat ji bi rakirina cenazeyê xwe danê sibehê hat Mersînê.

Bi merasîmeke girseyî cenaze anîn Goristana Guneykent a li navçeya Toroslarê. Li vir jî wecîbeyên olî bi cih hatin anîn û cenaze dûre hate veşartin..