NÛ BÛ

Li kujerê Nîhat Kazanhan 13 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Doz li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê pêk hat. Kujer Mehmet Nûr Bakî Goçmez ku di îdînameyê de bi cezayê muebbetê yê girankirî dihate darizandin, bi 'qesta pêkan' û 'sorkirina neheq' kêmî 13 sal û 4 mehan kirin.

Ji doza Nîhat Kazanhan ku dema li Cizîrê ya Şirnexê bi  hevalên xwe re dilîst û ji hêla polîsan ve hatî kuştin biryar hate standin.

Doz îro li Dadgeha Cezayê Giran ê 1. Cizîrê hate dîtin, ji baroyên Şirnex, Amed, Enqere, Manîsa û Stenbolê gelek parêzer hazir bûn.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen li ser navê malbata Kazanhan axivî û got, ‘’divê ew têgihiştina ku peywirdarê camaweriyê dikarin her sûcî bikin, were şikandin, em ji we biryareke dîrokî dipên."

Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî diyar kir, piştî ku Kazanhan hate birîndarkirin, nebirina wî ya nexweşxaneyê tê wateya kuştina bi qest.

Hasan Erdogan ê ku bi temsîla Baroya Enqerê hatî, Tahir Elçî, Ugur Kaymaz û Cemîle Cagirga bi bîr xist û got, ‘’Em li benda biryareke dadmend in’’

Li ser navê Baroya Stenbolê Ayşenûr Demîrkale diyar kir lêpirsîn kêm tê kirin û got, "binbariya dewletê ye ku heqê jiyanê biparêze"

Parêzer Gazal Bayram jî got Nîhat Kazanhan zarok bû û wiha got, "yê ku hatî kuştin, zarokek e ku dewlet neçara wan biparêze."

Şandeya dadgehê piştî darazê biryara xwe da. Di îdîanameyê de Mehmet Nurbakî Goçmez ku ji ber sûcê 'kuştina mirov' cezayê muebetê jê re dihate xwestin, cizayê wî pêşî bi sûcê "bi kuştina mirovan a bi qest" û piştre jî bi "sorkirina neheq" hate kêmkirin û kêmî16 salan kirin.

Dadgehê ji bo polîsê bersûc ji "rewşa baş" jî ceza kêm kir.