Ciwanên Êzidî: Hişyar bin, tevlî refên Asayîşê û YBŞ'ê bibin!

Asayîşa Êzîdxan ku weke hêza asayîşa civaka Êzidî xwe bi rêxistin kiriye, bi tevlîbûnên nû mezin dibe. Endamên Asayîşê bang li ciwanan kirin ku tevlî nava refên Asayîşê û YBŞ'ê bibin.

Asayîşa Êzîdxanê ku weke yekemîn hêza asayîşê ya civaka Êzidî xwe bi rêxistin kiriye, balê dikişîne û roj bi roj mezin dibe.

QÎRANÎ: EM Ê SERÎ LI BER TI SERDEST Û NOKERAN NETEWÎNIN

Ji endamên asayîşê Serhildan Qîranî, ku dewrya xwe ya perwerdeyê qedand, anî ziman ku yekemcar e rêxistinek ji bo Êzidiyan têdikoşe.

Qîranî diyar kir, heta roja îro gelek rêxistinên digotin ew ê Êzidiyan bi rêxistin bikin, bi tenê zilm û zordarî li Êzidiyan kirin û got, "Ji bilî berjewendiyên xwe ji bo berjewendiyên Êzidiyan gaveke biçûk jî navêtin. Lê belê êdî hêzeke Êzidiyan ava bû, ala Êzîdxanê li ba ye. YBŞ, YJŞ, Asayîşa Êzîdanê hemûyan bi dayîna berdêlên gelekî mezin bawerî da vî gelî. Ji niha û pê ve wê kes nikaribe li gorî dilê xwe gelê me bi kar bîne. Em ê bi serbilindî, berxwedêrî û weke gelekî azad bijîn. Ji niha û pê ve em ê serî li ber ti serdest û nokeran netewînin. Lazim ê civaka me ya li derveyî Şengalê êdî li cih û warên xwe vegere. Şerê îro li dijî civaka me tê meşandin, ne tenê bi top û kalaşnîkovê ye; şerekî gelekî taybet tê meşandin. Hewl didin tirsê bidin dilê gelê me û nehêlin têbikoşe. Pêwîste gelê me tevlî karê parastina Şengalê û avakirina Şengal a azad-xweser bibe. Komkujiyên gelekî mezin hatin kirin, êşên giran hatin kişandin. Heta roja îro derfetên têkoşînê ji gelê me re nehat naskirin. Yên ku îdîakirin, ku ew parastina wan dikin, li pişt perdeyê lîstik lîstin û bêrehm ev gel firotin. Lê em soz didin gelê xwe: Weke YBŞ-YJŞ û Asayîşê, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe wan biparêzin. Em ê nehêlin ev lîstik dubare bibin."

'EM ÊDÎ XWEDÎ HÊZ Û DERFET IN'

Qîranî da zanîn, ku perwerdeyê de ew li ser dîroka xwe sekinîne, dersên rast jê derxistine û destnîşan kir, ku ji bo serketinê êdî hemû derfet û hêza wan hene:

"Berî tevlî vê têkoşînê bibin, mîna ciwanên din em bi rengekî ji rêzê dijiyan. Lê bi saya perwerdeyê, me şens dît ku xwe, baweriya xwe û dîroka xwe baştir nas bikin. Perwerdeya me bi du beşan hat meşandin. Perwerdeya leşkerî û bîrdozî. Perwerdeya bîrdozî gelekî kêrhatî bû. Sedemên fermanê, şaşitiyên me yên dîrokî, dost û dijminên me bi rengekî zelal hatin tespîtkirin û fêhmkirin. Me ji lîstikên di dîroka Kurdistanê de li ser gelê me hatin lîstin, dersên rast derxistin. Di perwerdeya leşkerî de jî em xwe bi pêş ve xistin. Êdî ji bo têkoşînê û serketinê derfetên me hene. Ciwanên me dikarin bên tevlî nava refên asayîşê bibin, bajarên xwe biparêzin û pirsgirêkên xwe çareser bikin."

'DIVÊ SERWERIYA PDK'Ê NEYÊ QEBÛLKIRIN'

Endamê Asayîşê Serhildan Qîranî bang ji ciwanan re got, "Bi rengekî bêkar û vala digerin. Hin jê di nava partiyên xiyanet li wan kirine dixebitin. Lazim e xwe ji vê şaşitiyê rizgar bikin. Divê vê zilma li wan tê kirin qebûl nekin. Wê heta kengî bi vî rengî vala bijîn. Lazim e ew jî rastiyê bibînin, hişyar bibin û tevlî têkoşîna bi rûmet bibin. Pêwîste di bin ala Asayîşê, YBŞ-YJŞ, ala Êzîdîtiye de têbikoşin. Divê serweriya PDK'ê qebûl nekin." Qîranî destnîşan kir ku roj roja xwedîderketina li Êzîdxanê ye.

GIRZERIK: DIVÊ WERE DÎTIN BÊ KÊ EM FIROT, KÊ JI BO BERDÊL DA

Ji endamên Asayîşê Kendal Girzerik jî got, "Me perwerdeya xwe qedand û tevlî Asayîşa Êzîdxanê bûn. Gelek ferman bi serê civaka me re hat. Gelek zilm û zordarî dît. Li dijî vê yekê divê ciwanên me tevlî nava refên Asayîşê û YBŞ'ê bibin û Şengalê biparêzin. Girîng e em êdî li ber vê zilm û zordariyê rabin. Heta kengî em ê li benda xelkê bin ku me biparêzin. Em bi salan hatin xapandin, haya me ji tiştekî tinebû, hêza me nebû ku em xwe biparêzin. Lewma ferman li me rabûn. Bila êdî her kes bibîne, bê kê em firot û kê ji bo me berdêl da. Lazim e hemû jin û ciwan û gelê me, ji bo rizgarkirina Şengalê têbikoşin û jiyana azad ava bikin."

Girzerik anî ziman, ku wî timî dixwest Asayîşa Şengalê ava bibe, lewma cihê xwe di nav de girtiye û diyar kir, perwerdeya wan gelekî kêrhatî bû.

QENDÎL: JI EM ÇARENÛSA XWE TESLÎM NEKIN, EM TÊBIKOŞIN

Endamê Asayîşê Zinar Qendîl jî  anî ziman, ku ji bo li ber fermanan rabe ew tevlî asayîşê bûye û got, "Ji ber ku hêzeke din a nirxên Êzidiyan û Êzîdxanê biparêze nîne." Qendîl destnîşan kir, ku ew ê tola gelê xwe, şehîdên xwe û fermanê hilînin.

Qendîl da zanîn, di perwerdeyê de wî derfet dîtiye xwe, nasname, bawerî û dîroka xwe baştir nass bike û diyar kir, pêwîstiya her kesî bi perwerdeyeke bi vî rengî heye. Qendîl da xuyakirin, ji bo çarenûsa civaka Êzidî neyê teslîmkirin banga têkoşînê kir û ji ciwanan xwest, tevlî nava refên YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê bibin.

...