Di operasyona Reqayê de 2 gundên din hatin azadkirin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji du baskan ve bi pêş ve diçin û gundê El-Huriye û Hîşe rizgar kirin.

Hat ragihandin ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê El-Huriye yê 13 km dikeve başûrrojhilatê Eyn Îsa rizgar kirin.

Li aliyê baskê Silûkê jî di navbera şervanên Odeya Çalakiyan Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ`ê de li gundê Hîşe yê ku 20 km dikeve başûrrojavayê Qenterî şerê dijwar rû da û şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Hîşe rizgar kirin.

Pêşveçûyîna şervanên Odeya Xezeba Firatê li her du baskan didome.