Qeyûmê birîndar bû, mir

Qeymeqamê Tirk ê li Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk, di encama teqîna teqemeniya li odeya wî hatibû bicihkirin birîndar bû, mir.

Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, duh li hundirê avahiya qeymeqamtiya Tirk teqemeniyek teqiya bû û qeymeqam Fatîh Safîturk û 2 polîsên parêzvanên wî birîndar bûbûn.

Qeymeqam Mûhammed Fatîh Safîturk, ku di meha Îlonê de weke qeyûm li Şaredariya Dêrikê hatibû tayînkirin, piştî ku birîndar bû ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê. Li dû mudaxleya destpêkê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û piştre bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Ersîn Arslan a li Dîlokê.

Qeymeqam Safîturk li vir emeliyat bû û li servîsa lezgîn hat girtin. Qeymeqamê dewleta Tirk îro danê sibehê mir.