Têkildarî çalakiya li dijî Qeyûm 38 kas hatin binçavkirin

Li navçeya Dêrikê, piştî çalakiya li dijî Qeymeqam Muhammet Fatih Safîturk ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin, 38 kes hatin binçavkirin.

Duh li dijî Qeymeqamê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Muhammet Fatih Safiturk ku wekî qeyûm tayînî Şaredariyê hat kirin, çalakiyek pêk hatibû û tevî qeymeqam 3 kes birîndar bûn. Piştî çalakiya bombeyî Qeymeqam Safîturk li Nexweşxaneya Dîlokê mir. Li dû çalakiyê li navçeya Dêrikê operasyon hat destpêkirin û 38 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Ji 38 kesên hatin binçavkirin 13 kes li midûriyeta polîsan a Dêrikê û 25 kes jî li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên girtin. Li gorî lêkolînê hat diyarkirin ku di êrîşê de teqemeniya plastîk hatiye bikar anîn. Hat zanîn ku teqemeniya hatiye bikar anîn di bîdonê de di bin maseya Qeyûm Safîturk de hatiye bicih kirin û li vir hatiye teqandin.