Cîgira Hevşaredaran Yildiz û 2 kes hatin girtin

Ji 9 kesên hatin binçavkirina Cîgira Hevşaredaran Fatma Yildiz û 2 kes hatin girtin.

Li Colemêrgê, hêzên dewleta Tirk roja 2'ê Mijdarê avêtibûn ser malan û Cîgira Hevşaredaran Fatma Yildiz û rêveberên DBP'ê jî di nav de 9 kes kiribûn binçavkirin.

9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin giritn. 2. Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê piştî girtina îfadeyan bi îdîaya "endametiya rêxistinê" biryar da Cîgira Hevşaredaran Fatma Yildiz, endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Selahattîn Kûrt û rêveberê berê yê DBP'ê Kenan Kaya, bên girtin.

Metîn Kaçmaz, Ayşe Dûran, Ramazan Bûzan, Remzî Ozdemîr, Rahmî Balikesîr û Fatma Acar jî hatin berdan.

Girtî şandin girtîgeha Colemêrgê.