Artêşa Tirk 30 top avêtin gundekî Efrînê

Artêşa dagirker a Tirk gundê Senara yê Efrînê topbaran dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, artêşa Tirk a dagirker îşev 30 top avêtin Kantona Efrînê ya li Federasyona Bakurê Sûriyeyê û ev top li gundê Senara yê girêdayî navçeya Şiyê ketin.

Di berdewama nûçeyê de tê gotin ku ev top ji Qereqola Toriyê ya li ser sînor hatine avêtin û bi vê yekê ve çalakiya berxwedaniya gel a li ser sînorê gundê Şadiya yê navçeya Raco jî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye hedefkirin.

Têkîldarî encamên bombekirinê ti agahî nehatin bidestxistin.

Tê ragihandin ku topbarana li dijî gundê Senara heta vê kêliyê jî dewam dike.