BI DÎMEN

Li Binarê Qendîlê qirkeriya AKP/Qesrê hat şermezarkirin

Welatiyên Binarê Qendîlê bi meşekê êrîşên qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û bi taybet li dijî parlamenterên HDP’ê şermezar kirin.

Welatiyên Binarê Qendîlê jî li dijî êrîşên qirkirina siyasî ya li dijî parlamenterên HDP’ê û gelê Kurd çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de hikûmeta AKP/Qesrê hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de li gel beşdarbûna bi sedan kesan, rêjeya jinan bal kişand. Her wiha di meşê de li gel poster û wêneyên parlamenterên HDP’ê, alên HDP’ê, Tevgera Azadî û PKK’ê jî hatin bilinkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya Tevgera Azadî Komalgeha Kurdistan (Tevgara Azadî) ji aliyê Kaban ve hate xwendin. Kaban diyar kir ku deweta faşîst a Tirk û hikûmeta AKP’ê ev demeke êrîşên topyekûn li dijî gelê Kurd bi taybet li dijî hilbijartiyên gelê Kurd dane despêkirin û got;  “Di van êrîşan de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi dehan parlameter hatin girtin.” Kaban bi bîr xist ku dewleta Tirk di bin navê êrîşên li dijî DAIŞ’ê de jî êrîşî xaka Rojavayê Kurdistanê dike û xaka Rojava dagir dike û ev bang kir; “Hikûmeta herêma Kurdisan û hemû partiyên siyasî bêyî ku deskeftiyên xwe yên siyasî bidin pêş, pêwîst e piştgiriyê bidin Bakurê Kurdistanê û gelê Kurd.”

Di çalakiyê de dirûşmeyên “HDP’ Ne Bi Tenê Ye”, “Dest Nedin Vîna Gel”,“ Bijî Berxwedana HDP’ê”, “Bijî Berxwedana Gelê Bakur” û Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin.

...