Hêjmara kesên ku di çalakiya li ser sînor de birîndar bûn gihişte 8’an
Hêjmara kesên ku di çalakiya li dijî êrîşên dagirkeriya artêşa Tirk a sînorê Efrînê de birîndar bûn, gihişte 8’an.
Hêjmara kesên ku di çalakiya li dijî êrîşên dagirkeriya artêşa Tirk a sînorê Efrînê de birîndar bûn, gihişte 8’an.
Îro bi sedan kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a gundê Şadiye yê li ser sînor ku girêdayî navçeya Reco ya Efrînê kom bûn. Leşkerên artêşa Tirk bi guleyên rasît êrîşî çalakgerên ku li ser sînor di nava çalakiyê de bûn kirin.
Li ser sînor welatiyên bi navê; Fatma Silêman, Rifet Bîlal, Îdrîs Weqas, Hêvî Ebdo, Hêvîn Elo, Cemîl Mihemed, Merwan Mihemed, Ebdo Hembaşo birîndar bûn.
Birîndar ji bo dermankirinê, rakirin nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê. Hat diyarkirin ku welatiyên tên dermankirin rewşa wan baş e.
Artêşa Tirk a dagirker 100 m ji erdên ve gundê Şadiya yê navçeya Raco ya Kantona Efrînê dagir kir, 200 darên zeytûnan ên şêniyên gund rakir û dest bi danîna dîwar kirin.