Îlham Ehmed: Rizgarkirina Reqa tinekirina DAIŞ’ê ye
Hevseroka MSDʹê Îlham Ehmed diyar kir ku rizgarkirina Reqa tinekirina DAIŞʹê ya li tevahiya Sûriyeyê ye û got ku hilbijartinên Amerîka wê bandoreke mezin li şerê li dijî DAIŞʹê bike.
Hevseroka MSDʹê Îlham Ehmed diyar kir ku rizgarkirina Reqa tinekirina DAIŞʹê ya li tevahiya Sûriyeyê ye û got ku hilbijartinên Amerîka wê bandoreke mezin li şerê li dijî DAIŞʹê bike.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) civîna xwe ya rêxistinî ya ku her 3 mehan carekê tê lidarxistin, li avahiya giştî bi tevlîbûna Desteya Rêveber û siyasî pêk anî.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û paşê rewşa siyasî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed û Endamên Desteya Rêveber û Siyasî ve hatin nirxandin.
Hevseroka MSDʹê Îlham Ehmed di nava nirxandinan de got ku siyaseta ku herî dawiyê li Rojava-Bakurê Sûriyeyê tê meşandin di aliyê xwe yê leşkerî de pêşketinên mezin anîne û bi lêv kir ku van serkeftinan û bi taybet ya li Minbicê baweriya hêzên cîhanê bi hêzên QSDʹê aniye.
Îlham Ehmed destnîşan kir ku hemleya Reqayê ji bo serkeftina Şoreşa Sûriyeyê pir girîng e û wiha dom kir: ʺJi ber ku DAIŞ’ê Reqa kiriye navenda xwe ya sereke. Eger DAIŞ li Reqa tine bibe, ev tê wateye ku li tevahiya Sûriyeyê tine bibe.ʺ
Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk ên li ser herêmê û wiha pê de çû: ʺPiştî ku hêzên me serkeftin bi dest xistin, Erdogan û hikûmeta wî dest bi pêkanîna komkujiyan kir. li Herêma Şehbayê dest bi êrîşan kir û xwest ku axa Rojava dagir bikin. Tirkiyeyê bi êrîşên xwe dixwaze vîna gelê herêmê bişkîne.ʺ
Îlham Ehmed bal kişand ser hilbijartinên Amerîka jî û wiha ragihand: ʺHilbijartinên Amerîka wê bandorê li şerê li dijî DAIŞʹê bike. ʺ
Di dawiya civînê de rapora kar û xebatên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a 3 mehan hate xwendin û agahiyên hevdîtinê li derve û hundir ku hatine kirin hatin dayîn û nîqaş li ser wan hatin kirin.