Di dema qedexeyê de derneketina derve bû delîla 'endametiya rêxistinê'

Dozgeriya Tirk, di gilînameya xwe de, derneketina derve ya Hanse Bûlût û Mazlûm Denîz a di dema qedexeya derketina derve de, weke îspata endametiya rêxistinê nîşan da.

Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê, gilînameyek pêşkêşî 1. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê kir û di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de, derneketina derve ya Hanse Bûlût û biraziyê wê xwendekarê Falulteya Tipê Mazlûm Denîz ku demekê li cem wê dima, weke "li rêveçûna xwezayî ya jiyanê nayê" dît û weke îspata endametiya rêxistinê nîşan da.

DAYIKA HANSE WEKE "ENDAMA RÊXISTINÊ YA TESLÎM BÛYE' NÎŞAN DAN

Di dema qedexeya derketina derve de, ku roja 14'ê Adarê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dest pê kir, dayika Hanse Bûlût a 58 salî û biraziyê wê Mazlûm Denîz ê 23 salî, ku ji ber êrîşan nekarîbûn derkevin derve, roja 16'ê Nîsanê xwe gihandin xeta polîsan 155 û ragihandin ku dixwazin derkevin. Polîsan ev jina emrê wê digihêje 60 salî, weke "endamên rêxistinê yên teslîm bûne" weke nûçe ji medya xwe re ragihandin. Medya alîgirê desthilatdariyê jî dema ev nûçe weşand, bi tenê wêneyê biraziyê wê Mazlûm bi kar anî û wêneyê Bûlût a extiyar ku kincên gelêrî lê bû, veşart.

RÛNIŞTINA DOZÊ WÊ PIŞTÎ ÇEND ROJAN DEST PÊ BIKE

Piştî lîstika şano ya "endamên rêxistinê teslîm bûn", Hanse Bûlût û Mazlûm Denîz hatin bnçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê. Hanse Bûlût li dadgehê bi şertê "kontrola edlî" hat berdan û biryar hat dayîn ku bi rengekî ne girtî were darizandin. Biraziyê wê Mazlûm Denîz jî hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Rûniştina dozê wê di rojên pêş de li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dest pê bike. Hanse Bûlût û Mazlûm Denîz wê bi sûcdariya "endametiya rêxistinê" derkevin pêşberî dadger.

WALÎTIYA TIRK DABÛ XUYAKIRIN KU DI DEMA QEDEXEYÊ DE 10 HEZAR KES LI MALÊN XWE BÛN

Dozger, derneketina Hanse Bûlût û Mazlûm Denîz weke rewşek "li dijî herikîna xwezayî ya jiyanê" dît û ev yek ji bo "endametiya rêxistinê" weke delîl nîşan da. Walîtiya Tirk a li Mêrdînê di dema qedexeyê de dabû xuyakirin, ku li Nisêbînê 10 hezar sivîl li malên xwe mane û îdîa kiribû ku sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatine parastin.

...