11 kesên li Elezîzê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin

11 HDP û DBP'iyên di operasyona qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.

Li navenda Elezîzê, navçeyên Xulaman, Dep û Paliyê, roja 2'ê Mijdarê 11 kes di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, ku Hevserokên DBP'ê yên Bajêr Nazîf Koç û Zehra Konar û Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Xulamanê Sûat Yavûz jî di nav de ne.

Piştî lêpirsîna li emniyetê, endam û rêveberê partiyê îro sewqî edliyeyê hatin kirin.