Şervanan gundekî din rizgar kirin û bi 25 km'yan bi pêş ve çûn

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi 25 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Şervanan gundek û 3 gundikên din jî rizgar kirin.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê qadeke berfireh a li bakurê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Şervanên ji bajarokê Eyn Îsa ketin nava tevgerê, ji duh bi şev heta danê vê sibehê bi 10 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Şervanên ji vî alî ve bi pêş ve diçin, heta niha bi 25 kîlometreyan xwe nêzî navenda Reqayê kirine.

Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê saet di 09:00 de bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gundê El Heyawî yê duh hat rizgarkirin, kirin. Wesayîta bombebarkirî 500 metre beriya bigihêje hedefa xwe, hat teqandin.

Di vê navberê de gundê El Mecîd ê ser bi Eyn Îsa û 3 gundikên li rojhilatê Eyn Îsa ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.