Li Elezîzê 11 siyasetmedar hatin girtin
Ji siyasetmedarên Kurd ên li Elezîzê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, 11 kes hatin girtin.
Ji siyasetmedarên Kurd ên li Elezîzê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, 11 kes hatin girtin.
Li Elezîzê di 2'ê Mijdarê de li dijî rêveberên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di operasyona qirkirina siyasî de Hevserokê DBP'ê yê Elezîzê Nafiz Koç, Hevseroka DBP'ê ya Bajêr a berê Zehra Konar Alacakaya, Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Suat Yavuz, rêveber Nîhat ÇElebî, Şaban Bal, Alî Hadar Avci, Erdem yilmaz, Cumalî Omurca, Alî Armanoglû, Ramazan Ayan û kesê ku paşnavê wî Sogut ê navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin piştî 9 rojan derxistin dozgeriyê. Dozger bi du koman îfadeyên wan girt. Di koma yekemîn de Nafiz Koç, Zehra Konar, Alî Haydar Avci, Nîhat Çelebî û Şaban Bal bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" sewqî dadgehê hatin kirin. 5 kes piştî îfadeyên dadgehê hatin girtin.
6 kesên din jî piştî îfadeyên wan ê dozgeriyê ji ber "parvekirinên çapemeniya civakî" "propagandaya rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 6 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, hatin girtin.