Xweranegirtina qeyûm li cenazeyên HPG'yiyan

Cûmalî Atîlla ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bû, dest li goristanan jî werda û ferman dar ku ji bo rakirina cenazeyên HPG'yiyan wesayîta cenaze neyê şandin.

Cûmalî Atîlla ku piştî girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli weke qeyûm hat tayînkirin, kiryarên xwe yên dibin sedema nerazîbûnan didomîne. Li Goristana Yenîkoy a navçeya Baglarê, li beşa ji bo gerîla û şervanên HPG û YPS'ê hatiye veqetandin, cenazeyên sivîlan jî tên veşartin. Wekî din, cenazeyên rakirina cenaze yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di dema dawî de ji bo rakirina cenazeyên HPG'yiyan nayên dayîn. Hevseroka MEYADER a Amedê Ayşe Dîcle da xuyakirin, ku pêkanînên qeyûm li derveyî mirovahiyê ne û got, divê wesayîta rakirina cenaze ji her kesî re bê dayîn.

Dîcle diyar kir, malbata gerîlayekî HPG'ê cenazeyê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girt û ji bo veşêre xwest bibe gundê Çatak ê navçeya Kanîreşê ya Çewlikê, lê belê ji ber ku wesayîta cenaze jê re nehat dayîn, malbatê ji neçarî darbesta cenazeyê xwe danî ser mînîbusê û bir. Dîcle destnîşan kir, ku ev yek sûc e û got, Atîlla yê weke qeyûm tayînî şaredariya Amedê bûye, nikare xwe li cenazeyên HPG'yiyan ragire.

EGER PÊWÎST BE DIVÊ NOBED WERE GIRTIN

Hevserokê MEYADER'ê Hasan Pençe jî bibîr xist, ku şerê heyî 40 sal in dewam dike û got, "Wesayîta rakirina cenaze û goristan ên gel in. Nabe ku polîs an jî qeyûm asteng bikin. Malbat wesayîta rakirina cenaze dixwaze, lê polîs ji wan re dibêje 'em nikarin bişînin'. Ev şerekî psîkolojîk e." Pençe diyar kir, divê gel li dijî pêkanînên qeyûm bêdeng nemîne û wiha dewam kir: "Bila gelê me hişyar be. Ew der goristana şehîdên me ye. Divê welatiyên me yên sivîl jî karibin vê ji qeyûm re bêjin. Eger pêwîstî pê çêbibe, divê gelê me nobedê bigire. Ev hovîtiya tê kirin li ti devera cîhanê nîne."