Li Colemêrg û Şirnexê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Şirnex û Colemêrgê çalakî lidarxistin. Di van çalakiyan de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Şirnex û Colemêrgê çalakî lidarxistin. Di van çalakiyan de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
COLEMÊRG
Roja 10'ê Mijdarê saet di navbera 16:00-16:30 de hêzên me bi çekên giran li leşkerên li ser girê Elîşêr ê li Oremarê yê navçeya Gever a Colemêrgê xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelakirin.
Roja 10'ê Mijdarê saet di 13:00 de, hêzên me bi hawanan li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Çalakî ji du baskan ve pêk hat. Li baskê yekemîn 3 çeper hatin rûxandin û 2 leşker hatin kuştin. Li baskê duyemîn jî 4 çeper hatin rûxandin, lê hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.
Artêşa TC operasyona li herêma Besta ya Şirnexê da destpêkirin, li bejahiya gundên Besta Meryemê, Çiyayê Fila, Osyan, Herbiş, Akira û Bişireşê didomîne.
Ev 2 roj in artêşa TC li herêmên Faraşîn û Çiyayê Reşkê yên Colemêrgê operasyonê dimeşîne.
7'ê Mijdarê saet di navbera 18:00-19:00 de balafirên şer ên artêşa TC li qada Şukê ya navçeya Geverê, saet di 18:40 de jî li qada Cîloyê Biçûk bomberdûman kirin.
ŞIRNEX
Artêşa TC operasyona li herêma Besta ya Şirnexê da destpêkirin, li bejahiya gundên Besta Meryemê, Çiyayê Fila, Osyan, Herbiş, Akira û Bişireşê didomîne.
Ev 3 roj in artêşa TC li herêmên Kato Elkî, Girê Kerkol û Deriyê Zêr ên li navçeya Elkê ya Şirnexê derketiye operasyonê. Cerdevanên gundên Çeman, Gelejer, Çemhezkê û Kitêrê yên ji eşîra Jîrkî jî tevlî operasyonê bûne.
Roja 7'ê Mijdarê saet di 14:00 de, hêzên me li dijî leşkerên li ser rêya navbera girê Guzekurkê û qereqola Besta kontrola rê dikirin, çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de gerîlayeke me şehîd bû. Nasnameya hevala me ya şehîd bûye, bi vî rengî ye:
NASNAMEYA GERÎLAYA JIYANA XWE JI DEST DA
Nasnav: Ronya Botan
Nav paşnav: Edîbe Karakan
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hatîce-Envet
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Mijdara 2016 / Şirnex"