Li Efrînê 2 şervan ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin
Gelê Kantona Efrînê cenazeyên du şervanên ku li Şehbayê jiyana xwe ji dest dane, oxir kir.
Gelê Kantona Efrînê cenazeyên du şervanên ku li Şehbayê jiyana xwe ji dest dane, oxir kir.
Ji bo oxirkirina cenazeyên şervanên Lîwaa Cebhet El-Ekrad Elî Şêr (Usama Hemo) û Mezlûm (Ocalan Welo) ku li herêma Şehbayê dema li dijî komên çete û artêşa dagirker a Tirk şer dikirin jiyana xwe ji dest dabûn , bi sedan welatiyên kantona Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a li bajarê Efrînê hatin cem hev.
Girseya gel piştî ku her cenazeyê her du têkoşeran wergirt, bi karwanekî girseyî berê xwe da Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ya Efrînê.
Dema ku karwan gihişte goristanê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin merasîmeke leşkerî li dar xistin.
Paşê Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Xelîl Hisên û endama Meclîsa Zagonsaz Fadîla Mihemed axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê herêma Şehbayê ji bo rizgarkirina herêmê ji dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayê wê, cangoriyan dide û her wiha girîngiya şopandina rêça şehîdên azadiyê hat ziman.
Piştre nasnameyên her du şervanan hatin xwendin.
Cenazeyên têkoşeran bi dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.