Aldar Xelîl: Ji ber artêşa Tirk, Heleb di metirsiyê de ye
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kir ku bi nêzbûna artêşa dagirker a Tirkiyeyê ji Babê re, Heleb dikeve metirsiyê.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kir ku bi nêzbûna artêşa dagirker a Tirkiyeyê ji Babê re, Heleb dikeve metirsiyê.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl destnîşan kir ku hemleyên Reqa û Mûsilê xwedî heman armancê ya tunekirina DAIŞ’ê ne.
Aldar Xelîl di panêleke Komîteya Têkiliyên TEV-DEM’ê ku li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hatibû lidarxistin de axivî û destnîşan kir ku hin Tirkiye di serî de gelek hêz hene dixwazin armanca hemleya Xezeba Firatê berovajî nîşan bidin û got: “Her kes dizane ku Tirkiye derbasî herêmekê bû, bi hêsanî jê dernakeve.”
Aldar Xelîl armanca Tirkiyeyê a ji dagirkirina Mûsilê bi bîr xist û got “Tirkiye piştî Mûsilê dixwaze bigihêje Şengalê û ji her deverê dorê li herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê bigire. Her wiha bi vê yekê re dixwaze çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê biparêze”.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di dewama axaftina xwe de bal kişand li ser şerê li Heleb û Şehbayê û pirsa “Ev ê ku dirûşmeyên welatparêziyê difiroşin me, dema ku Tirkiye herêmên Şehbayê dagir dike, li kû bûn?” kir û got: “Artêşa Tirk a dagirker niha gihiştiye sînorê Babê. Dagirkirina Tirkiye ji Babê re tê wateya ku Heleb jî di xetereyê de ye.”
Der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li dijî herêma Efrînê jî Aldar Xelîl Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayib Erdogan wek “nexweşê histîrya” bi nav kir û got: “Têkçûna Tirkiye a li Reqqa, Mûsil, Şam, Heleb, Şehba û hwd. bû sedem ku ew dîn bibe. Lewra jî dest bi êrîşên bêserûber kir.”
Di dawiya axaftina xwe de Aldar Xelîl bang li hemû aliyên ku dikarin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêş bixînin kir ku tevlî vê rêveberiyê bibin û destekê bidinê.
Piştî axaftinên Xelîl, siyasetmedar û rewşenbîrên amade, derbarê dagirkirina Tirkiyê ji Sûriyê re û çarenûsa herêmê de nêrînên xwe anîn ziman.
Di dawiya panêlê de, beşdaran çarenûsa Reqayê piştî rizgarkirinê ji Aldar Xelîl pirsîn. Xelîl ji aliyê xwe ve got ku “Ew ê meclîsek ji şêniyên bajar bê avakirin. Ew ê bi xwe jî çarenûsa xwe diyar bikin.”