YPS'ê kuştina qeyûm li xwe girt

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê kuştina Mûhammed Fatîh Safîturk ku weke qeyûm li Şaredariya Dêrikê hat tayînkirin, li xwe girt.

Di daxuyaniya YPS'ê de hat gotin, "Yekîneyên me yên li navçeya Dêrik a Mêrdînê, ji bo bîranîna Şehîdên Dêrikê û li dijî faşîzma qesrê, di şeva 10'ê Mijdarê saet 00:30 de li dijî qeyûmê AKP'ê çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de qeyûm Mûhammed Fatîh Safîturk mir, 3 parêzvanên wî jî birîndar bûn."

YPS'ê di dewama daxuyaniya xwe de nasnameya şervaneke xwe ku beriya niha jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir:

"Nasnameya endama me ya YPS-Jinê ku di berxwedana Nisêbînê ya meha Nîsanê de şehîd bû, zelal bûye:

Roza Amed / Bahar TEKÎN / Azîze-Uzeyîr / Ji Farqînê / Dem û cihê şehadetê: 24'ê Nîsanê - Nisêbîn-Taxa Alîka."