Di Xezeba Firatê de pêngava yekem serkeftî bi encam bû

Di pêngava Xezeba Firatê de ku ji bo azadkirina Reqayê ji Eyn Îsa û Silukê mîna du xetên cuda ber bi başûr ve dewam kir, şervanan qad bi temamî ji çeteyan paqij kirin û her du xet li ava Belizê gihandin hev.

Di operasyonê de ku 5’ê Mijdarê destpê kiribû, şervanên QSD, YPG-YPJ û Tabûra Enternasyonal ji Siluk û Eyn Îsa bi şêweyekî du baskan ve ber bi başûr ve çûn. Baskê Silukê xeteke 30 kîlometreyî paqij kir, baskê Eyn Îsa jî xeteke 15 kîlometreyan azad kir. Îro her du bask li ava Belîz a li bakurê Reqayê gihan hev.

Îro piştî ku gundê Xinisê jî ji çeteyan hat paqijkirin, merheleya yekem a pêngavê bi serkeftî bi dawî bû.

...