Ji bo gerîlaya YJA Starê Kirdar şîn hat danîn
Ji bo gerîlaya YJA Starê Nazan Kirdar a ku di şerê Gever-Çelê de jiyana xwe ji dest da, li Serêkaniyê şîn hat danîn.
Ji bo gerîlaya YJA Starê Nazan Kirdar a ku di şerê Gever-Çelê de jiyana xwe ji dest da, li Serêkaniyê şîn hat danîn.
Ji bo yek ji 7 gerîlayên YJA Starê Nazan Kirdar (Nûda Zenda) ku 9-15’ê Îlonê di şerê herêma Zagrosê de ku li xeta Gever-Çelê rû da, jiyana xwe ji dest da, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ji vê sibehê ve sersaxî têne qebûlkirin.
Şîna gerîlaya YJA Starê Nazan Kirdar ku hê cenazeyê wê negihiştiyê, li Taxa Cûmhûriyetê ji hêla Parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Dîlek Ocalan, rêveberên HDP-DBP ên navçe û bajêr, endamên MEYA-DER’ê hat ziyaretkirin.
Di serdanê de wekîlên HDP’ê Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan axivîn, anîn ziman ku wê heta dawiyê girêdayî van cangoriyên welêt bibin û sersaxî ji malbatê re xwestin.