BI DÎMEN

'Divê em nehêlin Tirkiye li Qendîlê operasyonê bike'

Parlamenter û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê gotin, "Erdogan-AKP ji destketiyên Kurdan ditirse, lewma êrîşî HDP'ê û çar parçeyên Kurdistanê dike."

Parlamenter, nûnerên partiyan û rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku ew ê nehêlin Tirkiye li Qendîlê operasyonê bike û destnîşan kirin, ku divê Tirkiye derhal dest ji polîtîkayên xwe yên şer bikişîne. Rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan di vî warî de ji ANF'ê re axivÎn.

CEBAR: GIRTINA HDP'YIYAN TÊ WATEYA GIRTINA VÎNA BI MÎLYONAN KESÎ

Rêveberê Buroya YNK'ê ya Silêmaniyeyê Ziyad Cebar got, "Girtina Hevserokên û parlamenterên HDP'ê ji alyê partiyên Başûrê Kurdistanê ve hat şermezarkirin. Girtina HDP'yiyan nîşan dide ku mafên mirovan li Tirkiyeyê tên binpêkirin. Girtina van parlamenteran tê wateya girtina vîna bi mîlyonan mirovên dengê xwe dana HDP'ê. Qanûnên li Tirkiyeyê ne demokratîk in. Ev qanûn li ser bingeha neteweperestiyê hatine amadekirin. Di afirandina projeya aştiyê de para HDP'ê gelekî zêde ye. Tirkiyeyê bi van girtinan re pêvajoya aştiyê tine kiriye. Dewletên ku li ber vê rewşê rabûn, gotin ku di vê HDP'yî derhal bên berdan û veger li pêvajoya aştiyê were kirin. Ev rêbazên niha tên bikaranîn, pirsgirêkê çareser nakin. Ev pêkanîn ne tenê li dijî HDP'ê ye, di heman demê de qirkirina demokrasiyê ye."

Cebar da xuyakirin, ku du sedemên bingehîn ên israra Tirkiyeyê ya hiştina leşkerên xwe li Başûrê Kurdistanê hene û got, " Ya yekemîn; Tirk îdîa dikin ku Mûsil a wan e û di vî warî de timî xebatên leşkerî û dîplomatîk meşandine... Ya duyemîn jî; li dijî PKK'ê leşkerên xwe bi cih kiriye. Dewleta Tirk timî ji hewayê ve êrîşî qadên gerîla dike. Ji bejahî ve jî gelek caran êrîş kir. Niha tê gotin ku leşkerên Tirk wê operasyoneke leşkerî li Qendîlê bike. Ne bawerim ku Tirkiye mîna berê karibe operasyonê bike. Hikûmeta Iraqê naxwaze leşkerên Tirk hebin. Partiyên Kurdistanê jî helwesta xwe ya di vî warî de nîşan dan."

EMÎN: AKP JI BO KU NAXWAZE KURD XURT BIBIN ÊRÎŞÊ TÎNE

Wekîlê Parlamenta Kurdistanê Tevgera Goran Dr. Şêrko Hêmê Emîn diyar kir, bi girtina wekîlên HDP'ê û hevserokên şaredariya DBP'ê re Tirkiye gaveke wiha avêtiye ku êdî nema dikare ji nav derbikeve û wiha domand, "AKP ji bo ku naxxwaze li Kurdistanê û Tirkiyê Kurd xurt bibin dixwaze Kurdan tine bike. Polîtîkayên bi vî rengî dikare rê li ber encamên wiha veke ku êdî di mijara çareseriyê de veger ne pêkan be. Ji bo vê sedemê jî demildest divê dev ji van polîtîkayên xwe biqere, hêzên navdewletî jî ji bo ku dewleta Tirk dev ji van polîtîkayên xwe biqere divê li ser Tirkiyê zextan bike û li mijara çareserkirina meseleya Kurd de divê rê û rêbazên çareseriyê esas werin danîn."

Emîn got, divê AKP'ê êdî bi ber bikeve ku meseleya Kurd bi rêbazên milîtarîst nikare were çareserkirin û wiha domand: "Meseleya Kurd ti caran bi rêbazên milîtarîst nikare were çareserkirin. Salên 80'yî û 90'yî Kenan Evren, Tansû Çîler xwestin ku meseleya Kurd bi rêbazên leşkerî çareser bikin lê nekarîn. AKP ya ku îro vê rêbazê bi kar tîne wê bi ser nekeve. Bêyî bi derengî bikeve divê vegere siyaseta demokratîk."

ŞIVANÎ: GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI PARÇEYÊN DIN DIVÊ BÊHTIR BIHISTYAR BE

Nivîskar-nûçegihan Kurdo Şivanî diyar kir operasyonên dewleta Tirk ên bi ser Başûrê Kurdistanê de, yên leşkerî tim bêencam bûne û wiha berdewam kir, "Têkçûyinên hemû operasyonên bi ser PKK'ê de nixumandin. Ev 35 sal in bi çekên NATO'yê li dijî gerîla şer dikin lê tiştek bi dest ve nanîn û wê ti carî jî bi dest ve neyînin. Di êrîşên dewleta Tirk de gerîla natirsin. Ên ku van operasyonan dikin ew leşker bûn ku darbeya 15'ê Tîrmehê kirin, ne pêkan e ku ev bi ser bikevin.

Şivanî diyar kir, ji ber sedema têkiliyên wan ên bi Tirkiyê re divê partiyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagikeriya Tirk rawestin û got, "Mixabin ku armancên hevpar ên partiyên Başûrê Kurdistanê nîn e. Nerazîbûnên ku têne nîşandan qels in û ne têrkar in. Qelsbûna nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê dibe ku ji ber sedema krîzê be. AKP'ê bi hezaran mirov qetil kirin, bê cih û war kirin û niha jî dixwaze li parçeyên dî yên Kurdistanê jî vê bike. Hêzên rojavayî jî ji ber berjewendiyên xwe li hemberî vê rewşê xwe ker dikin. Gelê Başûrê Kurdistanê divê ji parçeyên din bêhtir bihistyar bin."

ZEKÎ: GEŞEDANÊN LI PARÇEYAN BANDORÊ LI SER HEV DIKIN

Endamê Bûroya YNK'ê ya Silêmanî Serkeft Mihemed Zekî diyar kir, AKP ya ku wekîlên HDP'ê û hevserokên şaredariyan girtin û darbe kirî, got AKP dixwaze qira Kurdan bîne û wiha domand, "AKP ji ber ku ji xurtbûna Kurdan ditirse û naxwaze HDP li Tirkiyê bi ser bikeve êrîş dike. Ditirse ku Kurd di siberojê de bixwazin ji Tirkiyê veqetin."

Zekî diyar kir, ji hêla yekîtiya netewî ve divê têkiliyên parçeyan ên bi hev re stratejîk bin û bi berdewamî, "Geşedanên li parçeyan bandorê li hev dikin. Li Tirkiyê jî dema ku li dijî Kurdan tiştek rû dide li parçeyên din nerazîbûn çêdibin. Tirkiye jî ji vê tengezar dibe. Çalakiyên ku rû dayin ne bes in. Bi van çalakiyan mirov nikare Tirkiye ji van polîtîkayan dûr bixe. Hin partiyên Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê re di nav têkiliyên berjwendiyê de ne. Ev berjwendî dibe asteng ku li dijî van polîtîkayên Tirkiyê rawestin."

Zekî diyar kir, dewleta Tirk gelek caran operasyon biriye Qendîlê lê di her carê de jî têk çûye û got, "Ev bi salan e ku dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Her dema ku di şer de têk diçe jî vê carê bi polîtîkayên xapandinê têkiliyan datîne. Gelê Başûrê Kurdistanê hebûna dewleta Tirk a li vir qebûl nake. Meseleya Tirkiyê ne ev e jî, j isalên 1920'an ve dixwazin Mûsil û Kerkûkê tevî nav xaka xwe bikin. Tirkiye wê nikaribe daxwaza xwe pêk bîne. Divê partiyên Başûrê Kurdistanê qebûl nekin ku Tirkiye Başûrê Kurdistanê dagir bike."