Çete û artêşa Tirk Til Rifatê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bajaroka Arfad (Til Rifat) bombe dikin.
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bajaroka Arfad (Til Rifat) bombe dikin.
Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, ji gundê Kilcebrîn ê girêdayî Ezazê, bajaroka Arfad (Til Rifat) a girêdayî herêmên Şahbayê bi topên hawan û topavêjan, topbaran dike.
Der heqê encamên topbaranê de agahiyên zelal nehatine bidestxistin, lê hat diyarkirin ku ziyanek madî gihiştiye gelên herêmê.
Artêşa Tirk a dagirker îro 90 tankên din jî tevî hejmarek zêde çek û cebilxaneyê derbasî herêmên Şehbayê kirin.