Malbat ji bo teşxîskirina cenazeyan hatin Meletiyê
Ji bo teşxîskirina cenazeyên 14 gerîlayên HPG'ê yên li bejahiya Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, hatin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Ji bo teşxîskirina cenazeyên 14 gerîlayên HPG'ê yên li bejahiya Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, hatin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Cenazeyên 14 gerîlayên HPG'ê, ku di 7-8'ê Mijdarê de li qada Avgosor a li navbera navçeyên Xozad û Pulurê yên Dersîmê ji ber bomberdûmana hewayî jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê li morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ne. Piştî ku navên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane li malperên înternetê hatin weşandin, malbatan ji bo teşxîskirinê hatin Meletiyê.
Rêveberên MEYADER û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi malbatan re ne. 12 malbat yek bi yek dikevin hundirê morgê û hewl didin cenazeyan teşxîs bikin.