Çelîk a HDP’yî: Wê gel biryarê bide em ê çi bikin

HDP û DBP li Colemêrgê bi gel re civiya. Parlementera HDP’ê Çelîk , diyar kir ku ji niha û şûn de rêya ku em li ser bimeşin wê gel xet bike.

Li Colemêrga ku 3 parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li girtigehê ne, HDP û DBP bi gel re civiyan. Parlementera DHP’ê ya Mûşê Bûrçû Çelîk, parlemeterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan û rêveberên HDP – DBP’ê, li navenda sûkê bi gel re civiya. Siyasetemedar li baxçeyekî yê çayê rawestan û bi gel re gotûbêj kirin.

Çelîk a ku destnîşan kir ku partî wê bi gel re biryaran bigire wiha anî ziman: “Mixabin pêkanînên ku di roja me ya îro de tên meşandin ti cudahiya xwe ji pêkanînên salên 90’î nîne û heta hê girantire. Me ti demê bi şûn de bihûstekê jî gav neavêtiye. Îro em li bajarê ku piştî girtina Selma Îrmak, Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan û şûn de û bi qeyûman şaredarên me hatin desteserkirin. Li vir vîna gel a ku bi dengê gel hatin hilbijartin ji nedîtî ve tên û tine dihesibînin. Eger ku hûn vîna gelê Colemêrgê qebûl nekin, çareseriya we çiye? Hûnê daxwazên gelê li vir çawan qebûl bikin? Em biryar girtiye. Me xebat dane rawestandin. Ji ber ku parlemento hatiye b êbandorkirin. Ji bo çareseriyê divê em di siyaseta demokratîk de bi israr bin. Çareserî divê di distûrekî bingehîn a bê alî ku her kes bikare fikrên xwe bi azad bîne ziman re pêk tê.”

Parlemetera HDP’ê Çelîk, diyar kir ku ji niha û şûn de tiştên ku bê kirin wê gel biryara wê bide.

Parlementerên HDP’ê, wê di tevahiya hefteyê de di nava bajêr de civînan bi gel re bikin.