Rojnamevan Perîhan Kara hat girtin
Rojnamevan Perîhan Kara bi hinceta wêneyên ku bi telefonê kişandî hat girtin.
Rojnamevan Perîhan Kara bi hinceta wêneyên ku bi telefonê kişandî hat girtin.
Rojnamevan Perîhan Kara a ku dem ali Kolana Hunerê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê digeriya hat binçavkirin, piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê sewqî edliyeyê hat kirin.
Kara ya ku ji hêla dozgeriyê îfadeya wê hat girtin, wêneyên di telefona wê de wek hêmanên sûc hatin hesibandin û bi îdîaya “endama rêxistinê ye” sewqî dadgehê hat kirin.
Kara ya ku îfade da dadgehê, diyar kir ku ev ên di telefonê de wêneyên ji bo nûçeyan e. Piştî îfadeyê, Kara bi heman îdîayê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.