HPG: 5 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û şer daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 11'ê Mijdarê saet di navbera 13:00-14:00 de hêzên me bi çekên giran li komek leşkerên li ser griê Konserve yê li navçeya Şemzînanê xistin. 12'ê Mijdarê saet di navbera 08:30-09:00 û 10:30-11:00 de hêzên me bi çekên giran li komek ji leşkeran xistin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, eşkere nebû.

Artêşa TC li qada Adilbeg a navçeya Şemzînanê derket operasyonê. Operasyon li derdora girê Xwedê, Hopê û Dola Zeytê hat meşandin.

14'ê Mijdarê saet di 15:50 de hêzên me yên gerîla bi hawanan li girê Koordîne yê li Çelê dan. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Hêzên me roja 15'ê Mijdarê saet di 09:50 de, bi çekên giran li kepçeyeke li dora girê Şehîd Colemêrg rê çêdikir, xistin. Di encama vê çalakiyê de kepçe hat rûxandin û leşkerê tê de hat kuştin.

Ev du roj in zêdeyî sed tank û bi sedan maşînên zirxî sewqî navçeya Çelê hatin kirin.

13'ê Mijdarê saet di 12:30 de, li dijî leşkerên li herêma navbera Tepê Şehîdan û Kurikê Omerya yê navçeya Qilaban a Şirnexê bûn û wesayîteke dozerê çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de ku bi çekên sûîqestê hat kirin, 3 leşker hatin kuştin.

13'ê Mijdarê saet di 12:00 de, artêşa Tirk li bejahiya navçeya Xolxolê ya Çewlikê derket operasyonê. Ev operasyon hê jî dewam dike.

Artêşa TC roja 15'ê Mijdarê li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê dest bi operasyonê kir.

Artêşa TC ji bo encamê ji operasyonên li bejahî werbigire, di bin navê nêçirvaniyê û birîna daran de sîxuran dişîne. Bi taybetî li bejahiya Erzîngan û Dersîmê, kesên bi vê armancê li qada bejahî were dîtin, wê weke hevkarên dewletê bên nirxandin û ya pêwîst çi be wê li hemberî wan bê kirin. Divê mirovên li herêmê haya xwe ji vê hebe."