Wekîlên HDP’yî Çelê û gundên wê ziyaret kirin

Piştî girtina Parlementerên HDP’ê ya Colemrêgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nîhat Akdogan û şûn de, Perlemetera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk û Parlementerê HDP’ê Lezgîn Botan li navçeya Çelê û gundên wê bi gel re civiya.

Di çarçoveya serdegirtinên li dijî HDP’ê de, piştî parlementer Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nîhat Akdogan hatin giritin û şandin girtîgehê û şûn de Perlemetera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk û Parlementerê HDP’ê Lezgîn Botan li navçeya Çelê û gundên wê bi gel re civiya. Di saetên sibehê de parlementerên li gel rêveberên HDP’ê û DBP’ê yê Colemrêgê çûn gundê Çigli yê girêdayî navçeya Çelê, li vir ji aliyê gundiyan ve hatin pêşwazîkirin. Parlementer li qada gund bi gundiyan re civiyan û diyar kirin ku bi armaca piştgiriyê hatine û wê bi hev re van rojên zor û zehmete derbas bikin û peyama ku wê van rojan di demekî pir kurt de derbas bikin dan.

Parlementera HDP’ê ya Mûşê Bûrçû Çelîk ku bi gundiyan re axivî wiha got: “Em di demekî pir zor û zehmet re derbas dibin û di van mercan de xebatê dikin. Lê ruh û wijdana me aram e. Em têkoşîna gel dikin. Bi rastî jî têkoşîna mirovatiyê dikin. Gelê Kurd gelekî mezlome û em li gel gelê mezlom cih digirin. Ji vir û şûn de jî ji bo siberoja gelê Kurd biryardariya têkoşîna ku heta nihan me dikiri û bi heman biryardariyê em ê dewam bikin.

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan jî axivî û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û wiha anî ziman: “ Çand û jiyanekî me ya berxwedêr heye. Em dixwazin li ser vê xakê bê ku bitirsin û bên kuştin bijîn. Îro hişmediya AKP’ê û Erdogan li ti deverên cîhanê naxwazwe Kurdek azad bijî. Eger ku Kurd nebin ne li Tirkiyeyê û ne jî li Rojhilata Navîn aştiyek mayînde nabe. Em naxwazin zarokê ti kesên bên kuştin. Em rê nadin ku zarokên ti kesê bên kuştin yan qetilkirin jî. Erdogan ji bo berjewndiyên xwe zarokên Kurd û Tirkan dide kuştin. Em rê nadin vê. Ji ber pêşwazîkirina we û mêhvandariyên we ez gelekî spasdariyên xwe pêşkêşî we dikim.”

Piştî ku heyet li gundê Miyaniş bi gundiyan re demekê gotûbj kirin û şûn de li gel Hevşaredarên Çelê Servet Tûnç û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Çelê re derbazî navenda Çelê bûn.

Piştî ku heyetê li vir demekê li baxçeyêk ê çayê bi gel re gotûbêj kirin û şûn de dikandar ziyaret kirin. Piştre jî avahiya HDP’ê û DBP’ê yên navçeyê ziyaret kirin û derbasî şaredariyê bûn. Piştî ku demekê heyet li gel hevşaredar Tûnç re gotûbêj kirin û şûn de bi bi Colemêrgê ve ketin rê.

Çelîk û Botan ên HDP’yî ji bo hevdîtinan derbazî Geverê bûn.