BI DÎMEN

Abdullah: Ji bo serketinê, yekîtiya Kurdan divê

Edîtorê rojnameya Kurdistan Newe Abdullah got, eger operasyonên Mûsil û Reqayê demeke dirêj dewam bikin, wê ev yek ji bo Kurdstanê û tevahiya herêmê xetere be. Abdullah destnîşan kir, divê Kurd ji sedî sed bibin yek.

Edîtorê rojnameya Kurdistan Newe Abdullah got, eger operasyonên Mûsil û Reqayê demeke dirêj dewam bikin, wê ev yek ji bo Kurdstanê û tevahiya herêmê xetere be. Abdullah destnîşan kir, divê Kurd ji sedî sed bibin yek.

Edîtorê Rojnameya Kurdistan Newe Stran Abdullah ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku her du oprasyon ji bo Kurdan gelekî girîng e.

'DAIŞ WÊ TÊK BIÇE, KURD WÊ BI SER BIKEVIN'

Abdullah got, "Ji ber ku di her du operasyonan de wê DAIŞ qels bibe. Qelsbûna DAIŞ'ê li Reqayê wê xeteriya li ser Rojava rake. Qelsbûna DAIŞ'ê li Mûsilê wê xeteriya li ser Başûrê Kurdistanê rake. Pêwendiya herduyan bi meseleya Kurd ve heye. Dema DAIŞ ji Mûsil û Reqayê hat derxistin, wê bi ku ve biçe... Gava tengav bû, wê berê xwe bide tiştên din. Di dawiya dawî de wê DAIŞ têk biçe û Kurd qezenç bikin. Ev yek wê bandorê li çareseriya meseleya Kurd bike."

'DIRÊJBÛNA OPERASYONAN WÊ RÊ LI BER XETERIYAN VEKE'

Abdullah diyar kir, eger ev şer dirêj dewam enke wê Mûsil yekser bi Iraqê ve girêdayî bimîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Serdema ku navê 'Bihara Ereb' lê hat kirin, li Sûriyeyê veguherî şerekî herêmî. Li gorî min, Bihara Ereb li Sûriyeyê sekinî. Eger şerê li Mûsilê demeke dirêj dewam bike, wê projeya demokrasiyê ya ku piştî Saddam tê xwestin bi cih were anîn, wê nemîne. Eger rewşeke bi vî rengî derkeve holê, wê pirsgirêk derkevin pêşiya gelên herêmê. Eger DAIŞ têk biçe, wê meseleya Mûsilê nebe pirsgirêk û çareser bibe. Eger Reqa jî zû bê rizgarkirin wê pirsgirêk nemîne. Ji bo Ereb û Kurdan wê zû çareser bibe. û bibe parçeyek ji federalîzmê."

'DIVÊ SIYASETA KURD LI HER ÇAR PARÇEYÊN BIBE YEK'

Abdullah destnîşan kir ku di rewşeke bi vî rengî de eger Kurd bibin yek wê bi ser bikevin û got, "Rewşa Sûnî û Şîa jî bi heman rengî ye. Sûnî li Tirkiye, Siûdî û Iraqê bûne yek. Şîa jî bûne yek. Wê demê divê Kurd jî bibin yek. Hingî wê sînor nemînin. Pêwîste siyaseta Kurd li çar parçeyan bibe yek."

Stran Abdullah da xuyakirin, ku her çend gerîla û pêşmerge bi hev re xwîna xwe di ber gelê xwe re dirijînin jî hê yekîtiyeke siyasî di nava Kurdan de ava nebûye.

Abdullah got, "Divê Kurd ji bo berjewendiyên neteweyî siyasetê bikin. Ne tenê li ser daxwaza partiyekê, lazim e vê yekê ji bo tevahiya Kuristanê bikin. Pêwîste li çar parçeyên Kurdistanê bikin. Ji bo yekîtiya neteweyî hin derdor û partî bangê dikin. Li gorî min, gava yekemîn çawa tê avêtin bila bê avêtin, lê yekîtî divê. Ne muhîm e bê kî sifreyê radixe, ya girîng parvekirina me ye. Di vê dema ku cografya tê guhertin de Kurd nebin yek wê winda bikin. Lazim e partî bi hev re tevbigerin û hemû parçe alîkariyê bidin hev. Eger siyasî nikaribin vê bikin, wê demê pêşmerge û gerîla bi yekîtiya xwe dikarin vê pêk bînin. Ev yekîtiya pêşmerge û gerîla têra Kurdan dike."