KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qeyûmê Tirk ê li Wanê, nivîsên bi Kurdî yên li otobusan jê bir
Qeyûmê Tirk ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat bicihkirin, bi jêbirina nivîsa "Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê" ya li ser otobusan, dest bi kar kir. -
Bajarê ku dewlet dike nake nikare pê: Şirnex
Hêzên dewleta Tirk ji salên 90'î û vir ve ji bo Şirnexê ji nexşeyê bibe, êrîşên topyekûn dike. Lê ev bajarê bi berxwedêriya xwe nav daye, li ber her êrîşê rabûye û piştî her wêrankeriyê, xwe ji nû ve afirandiye. -
Ne li dibistanan e, li qadên berxwedanê ne
11 hezar 300 mamosteyên ji aliyê hikûmetê ve ji kar hatin kirin, ku piraniya wan endamên Egîtîm-Senê ne, 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan ku berhemeke darbeya 12'ê Îlonê ye, ne li dibistanê lê li qadên berxwedanê pêşwazî dikin. -
Nasnameya 2 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya du gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
'Stêrk bi ser te de bibarin hevrêya min a xweşik'
"Hevrê Xelat di pêvajoyên ku di destê dijmin de mabû rêyek ji xwe re diyar kiribû. Bi tena serê xwe jî maba wê xwe rêxistin kiriba. Dîsa bi tena xwe jî maba wê mirov bandor kiriba. Û ev bi awayekî pir xurt pêk dianî." -
Girê Elîşêr: Gerîla dikenin, balafirên şer bêçare ne
Dem, 29'ê Cotmeha 2016. Li eyaleta Avaşînê ya ser bi navçeya Gever a Colemêrgê gerîlayên HPG û YJA Starê amadekariya çalakiyeke nû dikin. Xuya ye wê çalakî mezin be. -
Salek derbas bû, Tahîr Elçî hê li wir e
Di ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re salek derbas bû. Lê di nava salekê de kiryar nehat darizandin, delîl ji holê hatin rakirin, ya jî qet nehatin ronîkirin. -
Hevserokên şaredariya Tilqebîn Takas û Aytiş hatin girtin
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê Hevşaredariyê bajarokê Tilqebûn Rebîa Takas û Tahîr Aytiş hatin girtin. -
Li Minbicê tankek a artêşa Tirkiyê hate îmhakirin
Li Minbicê tankek a dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hate îmhakirin. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk êrîşî gundên Minbicê kirin: 6 kesan jiyana xwe ji dest dane
Êrîşên artêşa Tirk a li dijî Rojava dewam dike. Di êrîşa balafirên şer ên li ser gundê dikeve Rojavayê Minbicê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Silopiya yê tevgera zêde ya artêşa Tirk
Li Silopyayê di saetên êvarên de ber bi derîyê sînor ve sewqiyatekî mezin a leşkerî pêk hat. Li her 3 dibistanên navçeyê jî leşler hatine cih kirin. -
Çete Şêx Meqsûd topbaran dike
Komên çete yên koalîsyonê Sûriyeyê Taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran dikin. Heta niha 9 top li taxê ketine. -
Li Efrînê şehîdên azadiyê hatin oxirkirin
Welatiyên Kantona Efrînê 4 şervanên Cebhet El-Ekrad, 2 şervanên Eniya Parastina Jin a Şehba û 1 şervanê Hêzên Erka xwe parastinê ber bi rêwîtiya dawsî ve oxir kirin. -
YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên li herêma Mekmenê ya Şeddadê di şer de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Nasnameyên 5 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin
HPG'ê nasnameyên 5 gerîlayên di şer de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Ataman a ji aliyê dewleta Tirk ve hat şewitandin, spartin axê
Cenazeyê Hediye Ataman, ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat şewitandin, hat veşartin. -
Dadgeriya Tirk dixwaze cezayê girtina heta bi hetayê li wekîlê HDP'yî Geverî bibire
Dadgeriya dewleta Tirk xwest, cezayê girtina heta bi hetayê û 35 sal girtinê li Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî bibire. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tusu hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erdem Tusu yê li Mêrdînê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Amedê hat veşartin. -
KODAR: Îran xwerêveberiyê nas bike, KODAR amade ye pê re danûstandinan bike
Hevserokê Konseya Rêveber a KODAR'ê Fûad Bêrîtan got, "Eger Komara Îslamî mafê xwerevêberiyê bi fermî nas bike û amade be ku qanûna xwe ya bingehî biguhere, KODAR jî ji wê yekê re hazir e ku pê re danûstan bike." -
Beştaş: Belesebep kêferatê dikin, bi ti awayî wê bi ser nekevin
Meral Daniş Beştaş ji ANF’ê re axivî û bi bîra rejîma AKP/Qesrê xist ku salên 1930’î û 2016’an ne heman sal in. Beştaş got, "Belesebep kêferatê dikin. Ev ne rêyek e wiha ye ku bi ser bikevin. Ti caran wê bi ser nekevin." -
Wekîlên jin ên HDP'yî tecrîdkirî ne
Parlamenterên jin ên HDP'yî li girtîgehê tecrîdkirî ne. Ji van wekîlan Gulser Yildirim mesajek şand û got, "Em hatine tecrîdkirin, li hucreyên ji yek kesî tên girtin." -
'Bi van êrîşan wê nikaribin vîn gelê Kurd teslîm bigirin'
Dayikên Aştiyê yên Amedê li ser êrîşên qirkirina siyasî avixîn û gotin, "Yên ji me re dibêjin teror, ew bi xwe terorin. Bi van êrîşan wê nikaribin vîna gelê Kurd teslîm bigirin." -
Îdîayin 'Çekên ji YPG'ê re tên dayîn li dijî dewleta Tirk tên bikaranîn' derew in
Fermandariya Biryargeha NPG'ê destnîşan kir, îdîayên 'Çekên ji PYD/YPG'ê re tên dayîn dayîn, li dijî dewleta Tirk hatine bikaranîn' ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, îdîayên bêbingeh ên ji bo xapandina hêzên NATO û dewletên navneteweyî ne. -
Şahidê kuştina Elçî: Sekvanê li nêzî Pasaja Japon gule berda
Endamê YPS'ê Ûgûr Yakişir, ku yekane şahidê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ye, diyar kir, ê Elçî qetil kir sekvanek e, ku li nêzî pasaja Japon bi cih bûbû û ew jî birîndar kir. -
AKP mûçeyên ji aliyê şaredariyê ve hatine dayîn, şûn ve dixwaze!
Qeyûmê li navçeya Qelqelî ya Wanê bi cih bû, gaveke ecêb avêt û biryar da ku mûçeyên di dema bihurî de ji personalan re hatin dayîn, ji Hevşaredarên DBP'yî bên standin.