Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng
BI DÎMEN

Wekîlên jin ên HDP'yî tecrîdkirî ne

Parlamenterên jin ên HDP'yî li girtîgehê tecrîdkirî ne. Ji van wekîlan Gulser Yildirim mesajek şand û got, "Em hatine tecrîdkirin, li hucreyên ji yek kesî tên girtin."

Ji wekîlên jin ên HDP'yî Gulser Yildirim, ku bi operasyonên qirkirina siyasî hat girtin, bi rêya telefonê bi hevserê xwe Kamûran Yildirim re axivî û li ser şert û mercên ew di nav de ne, agahî da. Yildirim diyar kir, tevî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata re li girtîgeha Tîpa F ya taybet a Hejmara 1. a Kandirayê, di hucreyên yek kesî de tecrîdkirî ne.

Kamûran Yildirim têkildarî axaftina bi telefonê, ku roja Înê hat kirin, ev agahî da: "Xanima Gulser anî ziman, ku ew tecrîdkirî ne, danûstandin, têkiliyên wan bi her awayî qedexe ne. Diyar kir, ku tevî Fîgen Yuksekdag, Ayla Akat û Gultan Kişanak ew li hucreyên ji yek şexsî tên girtin.

'BERXWEDANA ME WÊ DEWAM BIKE'

Yildirim da zanîn, ku Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û parlamenter Ferhat Encu jî li heman girtîgehê di nava tecrîdê de ne."

Hevser Yildirim got, "Xanim Gulser got, di nava her şert û mercî de ew ê berxwedana xwe bidomînin û ti carî serî netewînin."

Yildirim, ji bo piştgiriya Gulser Yildirim û parlamenterên din bal kişand ser girîngiya şandina name û kartan û bang li her kesî kir ku bi baldarî nêzî vê rewşê bibin.