Girê Elîşêr: Gerîla dikenin, balafirên şer bêçare ne

Dem, 29'ê Cotmeha 2016. Li eyaleta Avaşînê ya ser bi navçeya Gever a Colemêrgê gerîlayên HPG û YJA Starê amadekariya çalakiyeke nû dikin. Xuya ye wê çalakî mezin be.

Ji cebilxaneyê heta lojîstîkê û rewşa hewayê, her tişt bi hesasiyeteke mezin tên hesabkirin. Her gerîlayê tevlî çalakiyê dibin soz dane, ku ji bo welatê xwe, ji bo gelê xwe û ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, heta nefesa dawî şer bike. Çalakiya li dijî Girê Elîşêr ku ji bo hilanîna tola gerîla Ekîn û Medenî yên beriya demeke kurt jiyana xwe ji dest dane û ji bo hilanîna tola hemû şehîdên eyaletê hatiye plankirin, ji çar baskan pêk tê. Yekîneyên gerîla wê ji çar aliyan ve dorê li leşkerên li ser gir bigirin û bi bombe, kleş û çekên nîv otomatîk li wan bidin.

Me hewl dan rewşa şer û çalakiyên gerîla yên li çiyayê Zagrosê di nava çend mehan de ragihînin. Niha jî em hewl didin amadekariya gerîlayan a beriya çalakiyê nîşan bidin. Di destpêkê de, ji bo wergirtina nêrîn, hest û armancên gerîlayên beşdarî çalakiyê bibin, em dikevin nava tevgerê.

BI WASIYETA DAYIKA XWE TEVLÎ BÛ: EM Ê TOLÊ HILÎNIN

Em berê xwe didin Zerrîn Faraşîn ku di sala 2009'an de bi wasiyeta dayika xwe tevlî nava refên gerîla bû. Hest û armanca xwe ya beriya çalakiyê bi vî rengî vedibêje: "Min soz da dayika xwe û hemû dayikên Kurdistanî, ku ez ê tola şehîdên me û gelê Kurdistanê hilînim. Bi salan e ji bo vê armancê şer dikim. Û ev yek wê her tim bidome. Em ê niha li dijî Girê Elîşê çalakiyê lidar bixin. Ji aliyê manewî ve ev gir ji bo me girîng e. Ji bo hilanîna tola hevalên Ekîn û Berçem ên li wî girî bi lehengî şehîd bûn, dikevim nava tevgerê. Di şexsê hevalên Ekîn de em careke din hînî berxwedanê bûn. Ez dixwazim xwe bigihînim ser wî girî û gir ji dijmin paqij bikim. Piştî paqijkirina gir ji dijmin, dixwazim ala YJA Starê li ser biçikînim."

'EM Ê NEHÊLIN ARTÊŞA TC BI HÊSANÎ TEVBIGERE'

Ji bo dîtina yekîneyên din ên gerîla em dikevin ser rê. Piştî wextekê em dengê straneke bi zaravayê Hewremanî tê gotin, dibihîzin. Û berê xwe didin cihê deng jê tê. Gerîla Hewreman Kurdistan derdikeve pêşiya me, ku distirê û her tim rû li ken e. Gerîla Hewreman beriya çalakiyê bi stranên xwe moralê dide hevrêyên xwe. Ji bo Kurdistana hatiye parçekirin bigihîne hev û azad bike, ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bûye. Li çiyayê Zagrosê şer dike. Kurdistan dibêje, "Ez kêfxweş im ji ber ku li Zagrosan, li cihê şer lê giran e, şer dikim." Li ser çalakiyê jî dibêje, "Li pêşberî me rastiya dijminekî faşîst mêtînger heye. Ez kêfxweş im, ji ber ku li dijî vî dijminî ji bo azadiya Kurdistanê şer dikim. Em ê bi vê çalakiyê re dijmin li ser gir têk bibin. Em ê bi şerê xwe careke din nîşanî artêşa TC bidin ku nikare bi hêsanî bikeve nava axa me, nikare welatê me dagir bike."

BI RÊBAZA CANBEXŞANE YA MEDENIYAN RE...

Gerîla Pêşeng, ji kêliya me xwe gihandiye vê derê û vir li şûna xwe nasekine û her karî dike. Pêşeng li Şemzînanê tevlî gelek çalakiyên serketî bûye. Ji bo wexteke kurt em wî disekinînin. Bi xwe ji Amedê ye, lê li Edeneyê mezin bû. Gerîla Pêşeng, tevî ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bû jî ti carî dev ji ziman û çanda xwe berneda. Ji bo welatekî azad diyarî gelê xwe bike, di sala 2011'an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Ji roja tevlî nava refên têkoşînê bû û vir ve, mîna bi sedan hevrêyên xwe li qada Zagrosê têkoşiya. Tevlî gelek çalakiyên serketî bû û di nava hevalên xwe de bi navê 'muxtar' tê naskirin. Pêşeng destnîşan dike, ku çalakiya Elîşêr jî wê gelekî serketî be. Bibîr dixîne ku ev çalakî çalakiyeke tolhildanê ye û dibêje, "Em ê bi ruhê canbexşa yên Medeiyan berê xwe bidin wî girî. Ji bo hilanîna tola hemû şehîdan em ê şer bikin û hesab bipirsin. Girê Elîşêr wê di 31'ê Cotmehê de bi bombeyên me biheje. Em ê nehêlin dijmin li ser gir hilmê bistîne."

Em berê kameraya xwe dizîvirînin gerîla Agir. Gerîla Agir Arnos dema li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê beşa tenduristiyê dixwend, ji bo welatekî azad dev ji xwendinê berda û tevlî nava refên gerîla bû. Nayê bîra wî ku ev çalakiya wî ya çendan e. Arnos mîna her çalakiyê wê di vê çalakiyê de jî çeka B7 bi kar bîne. Êdî bûye pisporê vê çekê. Wiha daxive: "Ez ê bi ruhê lehengên ku ji bo Kurdistanê xwe feda kirine, şer bikim. Armanca me ya bingehîn derxistina dijmin ji xaka Kurdistanê ye. Bi vê gavê re em ê derbeke giran li dijmin bixin. Em ê wan li gir asê bikin. Ez bawerim wê çalakiya me gelekî serketî derbas bibe."

BALAFIRÊN ŞER BI RENGEKÎ BÊÇARE VEDIKIŞIN

Amadekarî diqedin. Hêza çalakiyê piştî merasîmeke mezin, bi gavên bi biryar berê xwe dide Girê Elîşêr. Li ber tilîlî, sirûd û çepikan... Ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe, navê 'Çalakiya Tolhildanê' lê hatiye kirin.

Û 31'ê Cotmeha 2016'an dest pê dike. Danê nîvro, di nava mij û dûmanê de fermandarê gerîla Çiya Kobanê bi rêya cîhazê ji gerîlayên li Girê Elîşê re dibêje; "Serdar, Pêşeng, Senar, ji bo Medeniyan lê bidin." Piştre dengê bombeyan, kleş, B7 û BKC tê. Avaşîn bi çalakiya gerîla deng vedide. Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, balafirên keşfê ku qet kêm nabin, nikarin li ser herêmê bigerin. Balafirên şer nikarin pêşî li gerîlayên HPG û YJA Starê bigirin. Bêyî desteka balafirên keşfê, balafirên şer nikarin pêşî li tevgera gerîla bigirin. Piştî ku bombe li herêmê barandin, bi rengekî binketî tevî baran û birûskan ji herêmê diçin.

GELEK LEŞKERÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KUŞTIN

Ji rûyê li ken ê gerîla tê fêhmkirin ku ev çalakî bi serketineke mezin qediya ye. Em mîkrofonê dirêjî gerîla Zinar Serhad dikin û jê dixwazin encamên çalakiyê binirxîne.

"Em ji çar aliyan ve hilkişiyan ser gir. Me sê çeperên leşkeran ên li ser gir rûandin. Herî kêm 36 leşker li ser vî girî hatin kuştin. Ji ber ku zehmet bû çek û cebilxaneya temamiya leşkeran were rakirin, me piraniya wan îmha kirin. Me du çekên melez, çekek BKC, debanceyek û şarjorên wan bi xwe re anîn."

Gerîla Berçem Dîjle jî dibêje, "PKK partiyeke ku hesab dipirse. Li Girê Elîşêr hesab hat pirsîn. Ji niha û pê ve jî wê hesab were pirsîn. Ti hêz wê nikaribe me bisekinîne."