KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li nêzî Babê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk da xuyakirin, ku li nêzî Babê di encama êrîşekê de 3 leşkerên wan hatine kuştin. Li gorî îdîaya artêşa Tirk, ev êrîş ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye kirin. -
'Deh dewlet jî êrîşî Qendîlê bikin, wê nikaribin kontrol bikin'
Rewşenbîrên Kerkûkî diyar kirin, bi êrîşa li dijî Qendîlê re dewleta Tirk nikare tiştekî bidest bixe û gotin, "Qendîl keleha berxwedanê ya Kurdan e." Rewşenbîran bang li Kurdan kirin, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bi hev re tevbigerin. -
Aslan: Şirnexî dest ji axa xwe bernadin; em piştgiriyê bidin wan
Parlamenterê HDP'ê Aslan çavdêriyên xwe yên li Şirnexê parve kir. Aslan got, 7 taxên bajêr ku ji sedî 80'ê yê şêniyên Şirnexê lê dijiyan, bi temamî xera bûne û bang li her kesî kir, ji bo piştgiriyê bidin Şirnexiyan. -
Dozgeriya Tirk xwest Ahmet Turk bê girtin û ew şand dadgehê
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê, radestî dadgehê hat kirin. Dozgeriya Tirk xwest, Ahmet Turk bê girtin. -
'Roj roja têkoşîna ji bo azadiya Êzîdxanê ye'
Di qonaxa destpêkê ya pêngava 'Tolhildana Jinên Êzidî' de herêmek ji 30 kîlometreyî ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin. Bi vî awayî qonaxa destpêkê qediya. -
PKK: Sala 39'an a PKK'ê wê bibe sala serketin û azadiyê
Komîteya Rêveber a PKK'ê: Sala 39'an a PKK'ê wê bibe sala têkoşîna mezin, sala serketin û azadiyê. Roj roja têkoşîna li dijî faşîzma AKP'ê û DAIŞ'ê ye, roja serketinê ye. Em bang li her kesî dikin, ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe bidin. -
Minbicî ji êrîşên dewleta Tirk gelekî nerazî ne
Li Minbic a azad, gel ji êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê gelekî nerazî ye û li dora şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dicivin. -
Polîsan avêtin ser Şaredariya Qoserê: 4 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Şaredariya Qoserê. Piştî lêgerîna li avahiyê 4 kes hatin binçavkirin. Polîsan her wiha avêtin ser mala Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî. -
Ahmet Turk birin edliyeyê
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hate binçavkirin, birin edliyeyê. -
'Li gor ruhê axa lê hat dinyayê jiya'
Gerîlayê PKK’ê Zafer sala 1999’an bi esareta Rêberê Gelê Kurd re tevlî nav refên gerîla bû, li Qendîl, Xinêre û Zagrosan ma. Her kêliya di nav têkoşînê de li gor ruhê axa lê jiyaye, ew sekna wî ya asî li her cihê lê bal kişandiye. -
Hevşaredarê Bedlîsê Olan hate binçavkirin
Hevşaredarê Bedlîsê Huseyîn Olan ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Polîsên Tirk li nava avahiya şaredariyê lêgerînê dikin. -
Di êrîşa Şêx Meqsûdê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Di encam êrîşa topbaran çeteyên SÛK’ê de, ku li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Şervanê Minbicê Derwîş hate oxirkirin
Welatiyê bajarê Minbicê cenazeyê têkoşer Casim Derwîş (Cûdî Minbic) ê di şerê 20’ê Midarê yên gundewarên Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû , ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin. -
Artêşa Tirk êrîşî gundên Rojavayê Minbicê dikin
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran ve êrîşê gundên Rojavayê Minbicê dikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersivên tund didin êrîşan. -
Çeteyên SÛK’ê Şêx Meqsûdê bombe dike
Çeteyên SÛK’ê, Taxa Şêx Meqsûd a Helebê bomberdûman dikin. -
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo Nûnertiya Giştî ya Yekîtiya Ereban name şand
Hevserokên Konseya Dîplomasî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sîham Qeryo û Ebdûlkerîm Ûmer, têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûriyeyê ji bo Nûnerê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebû El-Xez name şand. -
2 şervan bi merasîmekê hatin definkirin
Şervanên azadiyê Azad Maa û Herkol Masîro ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Tevî ku cenazeyê Uçoş a ku hatibû înfazkirin hatiye teşhîskirin nedan
Bavê Sabîha Uçoş a ku di kolanê de ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin diyar kir ku tevî wan cenaz teşxîs kiriye jî, lê testa DNA’yê hate xwestin û cenaze nedan. -
Ji Meclîsa Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bang
Meclîsa Şehbayê ya ku êrîşên dewletaTirk a li ser Şehba û Minbicê şermezar kir, daxwaz kir ku pêkhateyên li Sûriyeyê divê li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin, berxwedana hêzên şoreşger bihêz bikin û derdorên navneteweyî jî zextê li Tirkiyeyê bikin. -
Li Minbicê êrîşên dewleta Tirk didomin
Bomberdûmana dewleta Tirk a li ser gundê Qirtwêran a girêdayî Minbicê dewam dikin. -
HPG: Li bejahiya Şemzînanê 11 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê derbeke xurt li leşkerên derketin operasyonê xistin. Di encamê de 11 leşker hatin kuştin. -
Tankeke din a Tirk li Minbicê hat rûxandin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, tankeke din a artêşa Tirk a dagirker rûxandin. -
Li Rojava serevanî her roj bêhtir berbelav dibe
Xebatên ekonomiya civakî û têraxwekirinê ya ku piştî şoreşê li Rojava hatine destê pê kirin fekiyên xwe didin. Beriya niha serevaniya ku kêm dihate kirin van 2 salên dawî her baş berbelav bûye. -
Gerîlayan 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û bang li ciwanan kirin, ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. -
AKP'ê dayika Ûgûr Kaymaz ji kar derxist
Dayika Ûgûr Kaymaz ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat kuştin Makbûle Kaymaz, di roja salvegera kuştina kurê xwe de, bi biryarnameya AKP'ê ji kar hat derxistin.