Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng
BI DÎMEN

AKP'ê dayika Ûgûr Kaymaz ji kar derxist

Dayika Ûgûr Kaymaz ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat kuştin Makbûle Kaymaz, di roja salvegera kuştina kurê xwe de, bi biryarnameya AKP'ê ji kar hat derxistin.

Ûgûr Kaymaz ê 12 salî, tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz ku ajokarê qemyonê bû, di 21'ê Mijdara 2004'an de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin kuştin. Polîsên Tirk bi 13 fîşekan Ûgûr ê 12 salî kuştin. Di salvegera kuştina Kaymaz de, AKP'ê bi rêya Biryarnameya di Hukmê Qanûnî de dayika Kaymaz Makbûle Kaymaz a li Şaredariya Qoserê dixebitî, ji kar derxist. Kaymaz ku ev 12 sal in li Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Şaredariyê weke xebatkara paqijiyê dixebitî, piştî kuştina kur û hevserê wê, 3 zarokên xwe xwedî dikir.

Dewleta ku 13 gule berda bedena 12 salî û derewa "terorîst hatin kuştin" li wan kir, dengê "edaletê" yê dayika Makbûle nebihîst û kujer nehatin cezakirin. Dewleta ku kujer ceza nekir, di salvegera kuştina Kaymaz de, roja 21'ê Mijdarê dayik Makbûle Kaymaz ji kar derxist.

'LI ŞÛNA KUJERAN, DEWLETÊ CEZA DA MIN'

Dayik Kaymaz got, "Ev 12 sal in, ji vê dewleta bê edalet, edaletê hêvî dikim. Li bendê mam ku kujerên kur û hevserê min bên cezakirin. Lê belê dewletê, di roja ku êşa min gelekî giran dibe, di roja salvegera kuştinê de, ez ji kar derxist. Min bi vî karî sê zarokên xwe dida xwendin û debara wan dikir."

'EM Ê LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ LI BER XWE BIDIN'

Dayik Kaymaz anî ziman, ku dewletê piştî kuştina hevser û kurê wê, karê wê jî jê girtiye û got, "Êdî bes e! Bila ev zilm û îşkenceya li me tê kirin biqede."

Kaymaz wiha dewam kir: "Piştî ku Ahmet û Ûgûr hatin kuştin, zarokên min ên mayî hê gelekî biçûk bûn. Kesekî li wan binêre nebû. Min jî li Şaredariya Qoserê dest bi kar kir. 12 salan ez bi keda xwe xebitîm û min zarokên xwe xwedî kir. Niha bêkar hatim hiştin û kesekî li zarokên min binêre nîne."

Dayik Makbûle Kaymaz herî dawî destnîşan kir, ku ew ê li dijî bêedaletiya dewleta Tirk li ber xwe bide.