Artêşa Tirk êrîşî gundên Rojavayê Minbicê dikin

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran ve êrîşê gundên Rojavayê Minbicê dikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersivên tund didin êrîşan.

Hat ragihandin ku li gundê Cibildemê yê Minbicê şerê dijwar rû didin. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran ve êrîşî gundên Erîme û Qurtwêran ên Rojavayê Minbicê dikin.

Her wiha li gundên Îlan û Reşlî yên Rojavayê Minbicê jî di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, şerên dijwar diqewimin.

Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Berazî yê divkeve Rojavayê Minbicê û Rojhilatî Babê, kirin. Di encamê de, bi sedan şêniyên gund koçî herêmên di bin ewlehiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.