Aslan: Şirnexî dest ji axa xwe bernadin; em piştgiriyê bidin wan

Parlamenterê HDP'ê Aslan çavdêriyên xwe yên li Şirnexê parve kir. Aslan got, 7 taxên bajêr ku ji sedî 80'ê yê şêniyên Şirnexê lê dijiyan, bi temamî xera bûne û bang li her kesî kir, ji bo piştgiriyê bidin Şirnexiyan.

Piştî ku "qedexeya derketina derve" hat rakirin, Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê çû Şirnexê û çavdêriyên xwe yên li vir bi ANF'ê re parve dike.

Aslan bibîr xist, ku herî dawî li Tirkiyeyê 81 bajar hebûn, lê belê bi rewşa dawî ya li Şirnexê re êdî ev hejmar daketiye 80'ê bajarî û got, "Eger min nizanîbû ez ê biçim Şirnexê, min ê bigota ez niha li Helebê yan jî Şerîa Rojava me. Li Şirnexê cihekî ku mirov lê karibin bijîn, nehiştine. Medya ku veguheriye organa çapemeniyê ya desthilatdariyê, li ser vê mijarê nûçeyeke rast neweşandiye." Aslan diyar kir, ew gelek caran çûye Şirnexê, lê vê dawiyê ti cih nas nekiriye. Aslan destnîşan kir, ku mîrateya dîrokî jî li Şirnexê nehatiye hiştin.

Aslan diyar kir, li Şirnexê êrîş li dîrok, çand û baweriyê hatiye kirin û anî ziman, tevî ku ew parlamentere jî di rê de gelek astengî derxistine pêşiya wî. 

'50 HEZAR MIROV BÊ MAL IN'

Aslan bal kişand ser xemsariya rêxistinên civaka sivîl û saziyên alîkariyê li pêşberî rewşa Şirnexê û got, "Dema mijar Kurd bin, her kes xwe ker, lal û kor dike. Ev yek jî li ser navê mirovahiyê me dêşîne. Niha cihekî bi navê Şirnexê nehiştine. 7 tax bi temamî hatine hilweşandin. 50 hezar mirov bê mal man e. Divê derhal bersiv ji pêwîstiyên van malbatan re bê dayîn. Bi girtina komeleyên alîkarî û piştgiriyê re polîtîkaya xwe ya valakirin û bêmirovhiştina Şirnexê dewam kirin. Li xaniyên xera nebûne jî çend malbat bi hev re lê dimînin. Mirovên me, tevî ku malên wan hatine xerakirin jî dest ji axa xwe bernadin û piştgiriya hev dikin."

'LI MALÊN TIŞTEK PÊ NEHATIYE, DIZÎ KIRINE'

Aslan diyar kir, li malên tiştek pê nehatiye, dizî hatiye kirin û got, "Gule li eşyayan hatine reşandin, her wiha hatine dizîn. Hem mirovên li vir ji me re gotin, hem jî me ev yek bi çavên xwe dîtin. Bi mejiyê talan û xenîmetê tevgeriyan e. Girtina 2 parlamenterên Şirnexê jî ji bo şikandina per û baskê bajêr hatiye kirin. Ji xwe piştre ev qedexe rakirin. Ji bo ev hilweşîn û talan li cîhanê deng venede, neyê bihîstin, bi vî rengî tevgeriyan. Dibe ku heta wextekê bê veşartin, lê wê dawiya vê veşartinê jî bê."

'WALÎTÎ WÊ BI PEREYAN XANIYAN BIFIROŞE'

Parlamenter Aslan bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ku gotibû "2 hezar 44 avahî xera bûne" û destnîşan kir, ku ev agahî ne rast e, hejmar ji vê zêdetir e. Aslan diyar kir, wêneyên 'Şirnexa luks a bê çêkirin' hatine dalizandin û got, "Gelê Şirnexê bi mala xwe ya berê razî bû. Malên ku bi zarok û xizmên xwe re çêkirin, nedida bi qesran. Daxwazeke kesî ya bi vî rengî nîne. Ev xanî jî wê bi pereyan ji Şirnexiyan re bên firotin. Dîsa bi mejiyê jêxwarinê tevdigerin. Li gorî çavdêriyên me, hejmara xaniyên hatine xerakirin, zêdeyî vê hejmara hatiye eşkerekirin e. 7 taxên herî mezin hatine xerakirin. Ji sedî 80 ê nifûsa bajêr li van taxan bûn."

'ŞIRNEXÊ ZIYARET BIKIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan ji bo gelê Şirnexê banga piştgiriyê kir û ji her kesên li hundir û derveyî welat xwest, alîkariya madî û manewî bide gelê Şirnexê. Ji saziyên civakî yên sivîl jî xwest, Şirnexê ziyaret bikin û vê çalak û hilweşînê bi çavên xwe bibînin.