HPG: Li bejahiya Şemzînanê 11 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê derbeke xurt li leşkerên derketin operasyonê xistin. Di encamê de 11 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, artêşa Tirk roja 14'ê Mijdarê li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînanê derket operasyonê û diyar kir, hêzên gerîla roja 22'ê Mijdarê ji 2 baskan ve li vê hêza operasyonê xistin.

Navendê diyar kir, gerîlayan xwe gihandine ser girê leşkerên Tirk lê bûn û ev agahî da: "Baskekî hêzên me yên gerîla ji cihekî nêz ve li leşkeran dan, baskê din jî bi çekên giran û ferdî lê dan. Di encama vî şerî de ku 8 saetan dewam kir, 8 leşker hatin kuştin. Her wiha di çalakiyên sûîqestê yên hêzên me de 3 leşker hatin kuştin."

Li gorî daxuyaniyê, leşkeran piştî çalakiyê top û hawan avêtine derdora xwe û nîvê şevê jî bi helîkopterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 22'ê Mijdarê bombe li herêmên Şukê û Mervanos ên navçeya Gever a Colemêrgê barandin.

Navendê diyar kir, heman rojê balafirên şer qada Çiyayê Reş a Zapê û quntara Girê Cehenemmê û Kaşê Yekdarê bombe kirin.

Hat gotin, artêşa Tirk di şeva 21'ê Mijdarê de li herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kiriye.